Şêrwan Şêrwanî berdin

Duşem 24 Tîrmeh 2023 - 01:27

17 saziyên ragihandinê û 150 rojnamevanan li dijî cezakirina rojnamevan Şêrwan Şêrwanî daxuyaniyek da. Hate gotin; “Em vê zordariya bi navê yasa û dadgehê dijî heval û hempîşeyê me Şêrwan Şêrwanî hatiye kirin, red dikin û banga azadiya wî dikin.”

Doh bi dirûşmeya ‘Demildest û bê şert û merc Şêrwan Şêrwanî berdin’ li bajarê Silêmaniyê li dijî biryara  birîna 4 salên din cezayê girtîgehê li rojnamevan Şêrwan Şêrwanî, daxuyaniyek ya çapemeniyê li ser navê 150 rojnamevan û 17 saziyên çapemeniyê hate dayîn.

 

Em piştgiriya Şêrwan Şêrwanî dikin 

Li ser navê saziyên ragihandin û rojnamevanan rojnamevan Kemal Rauf daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin; “Di 20’ê Tîrmehê de carek din Dadgeha Hewlêrê di bin zexta desthilatdariya polîsî û bê ku hêcet û giliyek hebe, 4 sal ceza li rojnamevan Şêrwan Şêrwanî birî. Ev yek derdixe holê ku roj bi roj azadiya fikir, raman, azadiya rojnamevan û demokrasiyê li Herêma Kurdistanê paş dikeve. Ji ber desthilata ne edalet û polîsî, Herêma Kurdistan ji bo rojnamevanên azad û serbixwe bûye herêmek metirsîdar.

Em weke rojnamevanan, vê sîstema bi navê yasa û dadgehê ya hemberî heval û rojnamevan Şêrwan Şêrwanî red dikin û şermezar dikin. Nabe bi kîn û tolhildanê nêzî rojnamevanan were kirin, em piştgiriya Şêrwan Şêrwanî dikin û dixwazin demek ji ya din zûtir Şêrwan were azadkirin.

Li gorî me ev ceza ne tenê dijî Şêrwan e, dijî dengê azad, rojnamevan, azadiya fikir, raman û payemek eşkere ya desthilatê a ji bo hemû dengên azade.  Şêrwan Şêrwanî baca helwestek exlaqî, mirovî û netewî dide, ji bo vê pêwîste hemû kes xwe berpirs bibînin û ji bo azadiya Şêrwan zextê bikin.”

Navê saziyên tevlî daxuyaniyê bûn wiha ne; “Navê dezgahên çapemeniyê; Ajansa Nûçeyan ya Rojnews, Dezgaha Medyayî ya Shar Press, Dezgaha Medyayî ya Politic Press, ARYEN TV, Dezgaha Medyayî ya Zemen, Dezgaha Medyayî ya Standart, STÊRK TV, Dezgeha Medyayî ya Bwar, MEDYA HABER TV, Radyoya Deng, Rojnemeya Newjîn, Şîrketa Medyayî ya Chatr, Moco Kurd, Wllat Media, Medyayî Hewt Roj.”

 

 

Xêzkarê Îtalî Gianluca Costantini li ser hesabê xwe yê Twîtter bi vê peyama li jêr, ev wêneyê ku wî bi xwe xêz kiriye, belav kir: ‘‘Azadî bo rojnamevan Şêrwan Şêrwanî Divê rayedarên kurd ên Iraqê rojnemevan Şêrwan Şêrwanî bi yekcarî serbest berdin, hemû tawanên li ser wî rakin û rê bidin endamên çapemeniyê ku bi azadî kar bikin.‘‘

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.