Servet Turgut şehîd bû

Çarşem 30 Îlon 2020 - 16:30

  • Servet Turgut ê tevî Osman Şahîn 11ʼê Îlonê hatibû girtin û ji helîkoptêrê avêtibûn doh şehîd bû. Turgut 20 roj bûn ne li ser hişê xwe bû. Cenazeyê wî li Wanê hat veşartin û nehiştin ji bilî malbatê kes di definkirinê de amade be.

Servet Turgut ê li gel Osman Şîban ji helîkoptêrê hatibû avêtin û 20 roj bû di venêrîna awarte de dihat tedawîkirin şehîd bû. 
11'ê îlonê, eskerên artêşa Tirk a dagirker li herêma di navbera navçeya Şaxê ya Wanê û navçeya Elkê ya Şirnexê de ketibûn nava tevgerê. Eskeran welatiyên bi navê Osman Şîban û Servet Turgut kiribûn binçavan. Piştî du rojan ew li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê hatin dîtin. Li wir dihatin dermankirin û binşavkirin. Di raporên nexweşxaneyê de derketibû holê Turgut û Şîban ji helîkoptêrê hatine avêtin û êşkence li wan hatine kirin. Servet Turgut ê bavê 7 zarokan 20 roj bû li beşa venêrîna awarte dihat dermankirin. Turgut tevî mudaxileyan hemûyan jî rizgar nebû û doh destê sibê şehîd bû. 

Cenazeyê wî hat veşartin

Bavê 7 zarokan Servet Turgut (55), cenazeyê wî ji aliyê malbata wî ve ji Navenda Tibê ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzyilê ya Wanê hat wergirtin.
Nûnerên Komeleya Çand, Yekîtî û Alîkariya Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), rêveberên rêxistinên HDP’ê yên navçeyan û bajar, Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin û gelek welatî bi malbatê re çûn ber derê nexweşxaneyê. Girseyê cenazeyê Turgut girt û ber bi Goristana Yenîmahalleyê ya li navçeya Artêmetanê ve ketin rê. Polîsan ketin û derketina goristanê asê kir û ji bilî ferdên malbatê destûr neda ku ti kes bikeve goristanê. Yanî zilma dewleta Tirk a dagirker di dema veşartina cenaze de jî dewam kir. Cenazeyê Turgut, piştî wecîbeyên dînî bi gotina zêmaran hat veşartin.

Bi wêneyan êşkence isbat bû

Avêtina Şîban û Turgut a ji helîkoptêrê û êşkenceya li wan hatiye kirin bi wêneyan jî isbat bûbû. Di wêneyên ajansa Mezopotamyayê girtî de çavên Osman Şîban ên mîna tasekê vebûne û xwîn ketinê xuya dikin. Ev wêne piştî ku hatin weşandin di rojeva kurd û kurdistaniyan de deng vedan. Ajansê xwe gihandibû rapora epîkrîz a nexweşxaneyê û bi raporê avêtina ji helîkoptêrê hatibû piştrastkirin.

MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.