Zilma nedîtî: Tu ranebûyî

Duşem 6 Mijdar 2023 - 16:15

Polêsê dewleta Tirk a dagirker, dayika futbolvanê Amedsporê Oktay Aydinî, Fatma Aydin bi hinceta "Sirûda neteweyî ya Tirkan nexwendiye” kire nezaretê.

Li aliyekî, nexwendina sirûda Tirkan sûc hesibandin bi serê xwe sosreteke mezin e û destwerdana li rûmeta mirovan e, lê li aliyê din, hêzên dagirkeran ji bo îdîaya xwe delîlekî a rastî hinceteke ecêb dîtibûn: Fatma Aydin gava marşa neteweyî ya Tirkan hatiye xwendin ranebûye ser xwe.

Ev bûyer hemû qewimîn gava ku Amedspor di Koma Sor a Lîga 2'yemîn a Federasyona Futbola Tirkiyeyê di hefteya 12’an de lîderiya xwe dewam dike. Tîma Amedspor û Etîmesgût Belediyesporê yekşema bihurî êvarê li Stada Tahîr Elçî ya Amedê musabeqe kirin. Beriya musabeqeyê, fermî sirûda neteweyî ya Tirkan hat xwendin.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.