Şervanên YPJ’ê dide nasîn

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 6 Çile 2021 - 04:06

  • Di nava 12 kitêbên CNN´ê ji bo destpêka sala 2021´ê pêşniyazkirî de kitêba li ser şervanên YPJ´ê jî heye.

Di nava 12 kitêbên CNN´ê ji bo destpêka sala 2021´ê pêşniyazkirî de kitêba nivîskar Gayle Tzemach Lemmon a li ser şervanên YPJ´ê jî heye.

CNN`ê ji bo 6 mehên pêşî yên sala 2021´ê kitêbên ku wê bên weşandin û edîtorê wê Brandon Griggs jî wan ji bo xwendinê pêşniyaz dike, dide nasîn. Ev kitêbên ku nîvê pêşî yên sala 2021´ê derkevin li beşên sêwirandî (fîksiyon, pirraniya wan roman in) û nesêwirandî dabeş kirine. Di nava kitêbên nesêwirandî de kitêbek li ser şervanên jin ên Kurd ên li Kobanê şerkirî jî heye. Kitêba bi navê “The Daughters of Kobani: A Story of Rebellion, Courage, and Justice (Keçên Kobanê: Serpêhatiyeke Serhildan, Wêrekî û Edaletê)” de danasîneke di encama çavdêriyên nivîskarê Gayle Tzemach Lemmon heye.

Kitêbên sêwirandî

Kitêbên sêwirandî ku CNN ji bo xwînerên Ingilîziyê ji bo 6 mehên pêşî yên 2021´ê pêşniyaz kirine ev in:
Romana bi navê Concrete Rose (Gula Betonî) ya Angie Thomas e ku  Çile derdikeve; romana bi navê A Bright Ray of Darkness (Tîrejeke birîqende ya tariyê), ya Ethan Hawke a ku Sibatê der diçe;  romana Of Women and Salt (Ji jinê û xwê), ya  Gabriela Garcia ya ku Adarê derdikeve; Later a Stephen King ku Adarê derdikeve; Project Hail Mary (Projeya Mary a dost) a Andy Weir ku gulanê derdikeve.

Kitêbên nesêwirandî

Kitêbên nesêwirandî ku CNN ji bo xwînerên Ingilîziyê ji bo 6 mehên pêşî yên 2021´ê pêşniyaz kirine jî ev in:

Just as I am (Hema ez çawa bim) a Cicely Tyson Çile derdikeve; A Shot in the Moonlight: How a Freed Slave and a Confederate Soldier Fought for Justice in the Jim Crow South (Guleyek di taveheyvê de: Çawa koleyekî azadkirî û eskerekî konfederasyonê têkoşiyan ji bo edaletê li Başûrê Jim Crow) a Ben Montgomery ya ku Çile derdikeve; How to Avoid a Climate Disaster (Em çawa bikin ku felaketa avhewayê çênebe) ya Bill Gates ya ku Sibatê derdikve; The Daughters of Kobani: A Story of Rebellion, Courage, and Justice (Keçên Kobanê: Serpêhatiyeke Serhildan, Wêrekî û Edaletê) ya Gayle Tzemach Lemmon a ku Sibatê derdikeve; Mike Nichols: A Life (Mike Nichols: Jiyanek) a Mark Harris a ku Sibatê derdikeve; Women in White Coats: How the First Women Doctors Changed the World of Medicine (Jinên bi bedlên spî: Çawa bijîşkên pêşî yên jin dinya tibê guherandin) a Olivia Campbell a ku Adarê derdikeve.

Sê kitêbên wê jî li ser têkoşîna jinan in

Kitêba li ser Jinên li Kobanê şer kirî, ji van ji bo me ya herî balkêş e. Nivîskarê Gayle Tzemach Lemmon, beriya niha kitêbên weke “Ashley’s War (Şerê Ashleyê)” û “The Dressmaker of Khair Khana (Terziyê Xeyr Xanayê)” nivîsîbûn û di her du kitêban de jî wê behsa jinên leheng dikir. Jinên ku li dijî cinsiyetperestiyê û zexta civaka xwe li ber xwe didan û têdikoşiyan. Nivîskarê ev emelê xwe neguherî û divê kitêbê de jî behsa şervanên YPJ´ê dike ku li Kobanê li dijî DAIŞ´ê şer kirin û DAIŞ têk birin. Çav li rê ye ku filmek li ser şervanên YPJ´ê ku xwe bisipêre vê kitêba wê, di demeke nêz de li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bê çêkirin. 

NEW  YORK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.