Şervan û Egîd şehîd bûn

Pêncşem 21 Nîsan 2022 - 22:27

  • HPG’ê got, "Fermandarên mînak ên serdema nû û milîtanên pêşeng ên xeta fedaî ya Apoyî, hevrêyên me Şervan û Egîd di Berxwedana Zê de bûn destanên lehengiyê.”

HPG'ê nasnameyên 2 gerîlayên li Zê (Zapê) şehîd bûne, eşkere kir. HPG’ê got, "Fermandarên mînak ên serdema nû û milîtanên pêşeng ên xeta fedaî ya Apoyî, hevrêyên me Şervan û Egîd di Berxwedana Zê de bûn destanên lehengiyê.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şehadeta 2 gerîlayan got,

"Artêşa Tirk a dagirker ku li herêma Zê xwest bi helîkopteran hêzên xwe li gelek deveran deyne, li îradeya ji pola ya hêzên me ket. Artêşa Tirk ku gelek helîkopterên wê derb xwarin, nekarî hêzên xwe deyne li cihên ku dixwest. Artêşa Tirk ku nekarî ji hewayê encama dixwaze bi dest bixe, 18'ê Nîsanê hewl da ji bejahî ve bi pêş ve biçe û li bin guhê dîwarê berxwedanê yê gerîla ket. Milîtanên Apoyî yên wêrek û leheng hevrêyên me Şervan û Egît li devera Berxwedanê ya Karker bi berxwedaneke destanî nehiştin bêhn bê ber dijminê dagirker, derb li ser derbê li dijmin dan. Her du hevrêyên me di vê berxwedanê de şehîd bûn.”

HPG´ê ji bo şehîd Şervan Dîcle got, “Hevrêyê me Şervan sala 2015'an zanîngeh nîvco hişt û tevlî nava refên gerîla bû, rahişt çeka xwişka xwe. Hevrêyê me Şervan piştî ku tevlî nava refên gerîla bû di demeke kurt de bi tevlîbûna xwe ya jidil û zîrekbûna xwe zû hînî jiyana gerîla û çiyê bû, bû gerîlayekî şareza. Hevrêyê me Şervan sekna xwe ya milîtaniya pêşeng sala 2021'ê di berxwedana dîrokî de nîşan da û li herêma Zê tevlî gelek çalakiyên li dijî dagirkeran bû. Li hemberî êrişên dagirkeriyê yên 17'ê Nîsana 2022'an destpê kirî beriya her kesî li refên pêş amade bû.”

HPG´ê ji bo şehîd Egîd Batman jî got, “Heval Egîd sala 2015’an tevlî nav refên gerîlayan bû. Heval Egîd li gelek deverên Başûrê Kurdistanê gerîlatî kiriye û wekî heval Şervan bi hev re şehîd bûne, bêhtir li Zê gerîlatî kirine. Ji ber vê devera Zê û erdnîgariya wê baş nas dikirin. Di 17’ê Nîsanê dema ku êrişên dagirker hatin destpêkirin heval Egîd jî di nav koma tîma gerîlayan bû ku bersiv da êrişên dagirkeran.”

HPG´ê nasnameyên gerîlayên şehîd wiha eşkere kir:

* Şervan Dîcle (Necat Demîr) ê li Colemêrgê ji dayik bûye, kurê Muselma û Şemsettîn, 18 Nîsana 2022´yan li Zê şehîd bû.

* Egîd Batman (Ramazan Kaya) yê li Êlihê ji dayik bûye, kurê Fadîme û Sabrî, 18 Nîsana 2022´yan Zê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.