Şertên Îmraliyê yên li ser tenduristiyê

În 6 Hezîran 2025 - 03:10

Bijîşkên li Kobanê bal birin ser şertên li Îmraliyê û gotin:"Zindan bandorê li ser çav, pişt, ling, nefes û xwînê çêdike. Divê tavilê azadiya fizikî ya Rêber Apo pêk were."

Endama Meclisa Tenduristî ya Bajarê Kobanê Nêsrîn Şêxo, bijîşk Mihemed Arif Elî û Tewfîq Şêx Ehmed der barê pergala Îmraliyê û bandora wê ya li ser tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan de axivîn. 

Nesrîn Şêxo da zanîn ku zindan bandorek neyînî li ser tenduristiya insanan çêdike û got: "26 sal in Rêber Apo di zindanê de ye. Ev jî bandorê li ser fîzîka Rêber Apo dike.” Nesrîn Şêxo bang li hêzên navneteweyî û saziyên mafên mirovan kir ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bikevin nava tevgerê.  

Bijîşk Mihemed Arif Elî destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan 26 sal in di zindana Îmraliyê de ye û wiha axivî: “Em nizanin rewşa wî ya tenduristiyê çawa ye. Hem zindan hem jî tecrîd heye, lewma ev bandorek neyînî çêdike. Zindan bandorê li ser çav, pişt, ling, nefes û xwînê çêdike. Divê tavilê azadiya fizikî ya Rêber Apo pêk were."

Bijîşk Tewfîq Şêx Ehmed jî xwest ku lijneyek tenduristiyê ya navneteweyî bê avakirin û biçe Îmraliyê rewşa Rêber Abdullah Ocalan bişopîne. 

ANHA/SARYA ŞÊXO/KOBANÊ 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.