- Hêlîn, Nûdem, Sarya û Welat ku weke perwerdekarên muzîkê yê Ma Musicê tên zanîn behsa serpêhatiyên xwe kirin. Ew destpêkê li akademiyan weke şagirt perwerde dibin û niha jî bûne mamoste û şagirtên muzîkê perwerde dikin. Ew her çend xwedî serpêhatiyên cuda bin jî berxwedan û armanca wan hevpar e.
BÎLAL GULDEM-AZAD ALTAY / MA / AMED
Ma Music mala muzîkê ye. Cih û hêlîna zarokên Amedê ye ku lê hînî muzîkê û stranbêjiyê dibin. Akademiya Ma Musicê cihê hilberîna xebateke kolektîf e. Ji derî û paceyên wê, ji boyaxa wê heta bi amûrên muzîkê, her tişt bi destê xwendekar û mamosteyên wan ve hat avakirin. Niha ev der navendeke giring û mezin a muzîkê ye.
Em ê behsa serpêhatî û jiyana Hêlîn, Nûdem, Sarya û Welat bikin. Her yek ji wan ji bajarekî cuda ye, lê çîroka wan hevpar e. Navê wan bi Kurdî ye lê ziman û stran û muzîka wan hê jî qedexe ye. Armanca dewletê ew e ku zarokên Kurdan asîmile bike û bê çand bihêle, lê ev keç û xortên Kurd bi serbilindî û tevî hemû şert û mercên zehmet jî barê ku dane ser mil û pişta xwe danaynin. Ew li dijî polîtîkayên asîmilasyonê li mala xwe ya muzîkê yan jî li navenda xwe ya muzîkê ku wek “keleha berxwedanê” dibînin bo muzîka Kurdî bûne pêşeng. Her çar hevrêyên hev hîna zarok, li navenda xwe ya muzîkê dest bi şagirtiyê kirine, îro li heman navenda muzîkê bi wezîfeya xwe ya mamostetiyê radibin û zarokên Kurd di warê muzîkê de perwerde dikin. Hem li Ma Musicê fêr bûn hem jî niha bi sedan şagirtan fêrî muzîkê dikin.
Ji Tetwanê ber bi Stenbolê
Hêlîn Kiliçarslan (23) ji gundê Çûrsên yê ser bi navçeya Tetwanê ya ser bi Bedlîsê ye. Di 8 saliya xwe de bi gîtareke plastîk dest bi rêwitiya xwe ya muzîkê dike. Ew di 12 saliya xwe li gel malbata xwe koçî Stenbolê dike.
Hêlîn dibêje, “Li Tetwanê jiyana min pirr xweş bû. Hevalê min ê xweşik hebûn. Derdê me tenê listîn û gotina stranan bû. Min fêm jî nedikir. Me dîsa jî digot. Min di 8 saliya xwe de dest bi muzîkê kir. Min li gîtarê dida. Çûyina me ya Stenbolê hinekî mecbûrî bû. Min xebatên xwe û hevalên xwe û gundê xwe li wir hişt. Dema diçim Tetwanê xwe weke mêvan dibînim. Wisa hîs dikim ku em ê rojekê dîsa bi temamî li wir vegerin.”
Bi xebera dayika xwe dike
Hêlînê dibêje, malbata wê ewilî wê şandiye Navenda Çanda MED a li Bagcilara Stenbolê û li wir dest bi rêwîtiya muzîka profosyonel dike. Piştî demekê Hêlîn Kiliçarslan dest ji dibistanê berdide û malbat dixwaze li konfeksiyonê bixebite. Li ser vê yekê ya wê Hêlîn bixebite û paşê bizewice yan jî wê berê xwe bide muzîkê. Piştre jî guhdariya dayika xwe dike û berê xwe dide muzîkê.
Amed dibe star û hêlîna wê
Piştî ku demekê li Komeleya Medê li ser muzîkê perwerde dibe, di 14 saliya xwe de berê xwe dide Amedê û tê Konservatuwara Aram Tîgran qeyda xwe çêdike. Konservatuwara Aram Tîgran di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de sala 2010’an hat damezirandin. Bi sedan şagirt li vir di beşên muzîkê de hatin perwerdehekirin. Lê belê bi tayînkirina qeyûm re di sala 2016’an de konservatuwar hat girtin. Lê Hêlînê dest ji perwerdehiyê berneda. Hêlînê.
Piştî konservatuwar hat girtin, pêvajoyeke dijwartir li benda Hêlînê û hevalên wê bû. Wan nexwest dîsa li malbatên xwe vegerin û bi mamosteyên xwe re malên xwe veguharandin “malên perwerdehiyê” û her roj li malekê bi mehan hatin perwerdekirin heta ku Akademiya Ma Musicê vedibe û ew li wir bi cih dibin.
Ji Kobanê tên li Amedê bi cih dibin
Malbata Nûdem Demîr (19) bi eslê xwe ji Amedê ne. Lê belê, hê ji mêj koçberî bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bûne. Wexta ku di Îlona 2014’an de li dijî Kobanê êrişên DAIŞ’ê dijwar dibin, li gel malbata xwe li sînoran dixe û tê heta Amedê. Nûdem wê çaxê hê 10 salî ye. Ji ber ku bavê wê beriya şer biqewime jî li Amedê û derdora wê karê sondajê kiriye, ev der nas dikirin û zêde zehmetî nekişandine. Dema malbat nû tê Amedê, li kompleksa sporê ya Şaredariya Peyasê bi cih dibe û 7 mehan li wir dimîne. Nûdem pêvajoya xwe ya koçberiyê û nasîna muzîkê wiha şirove dike; “Li kompleksê perwerdehiya ziman û muzîkê didan me. Mamosteyên me ji Navenda Çand û Huner a Cegerxwîn dihatin. Ez li vir sê mehan çûm kursa tembûrê. Piştî ku her kes çû dibistanê, kes nema. Yên mayî jî çûn Konservatuwara Aram Tîgran qeyda xwe çêkirin. Her hefteyê du sê rojan perwerdehiyê didan me. Salek me neqediya qeyûm tayînî cihê me kirin.”
Piştî girtina dibistanê li malê perwerde dibe
Nûdem hingê qeyda xwe li Dibistana Ferzad Kemanger çêdike û li vir bi Kurdî perwerde dibe. Hê perwerdehiya wan temam nebû, vê carê dibistan bi destê Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê hat girtin. Mafê perwerdehiyê yên van zarokan ji destê wan hat girtin. Nûdem jî yek ji van xwendekaran bû. Piştî ku dibistana Nûdemê hat girtin, ew jî wek hevrêya xwe Hêlîn li malan perwerde bû. Piştî Ma Music hat vekirin perwerdehiya xwe ya ziman û muzîkê dewam kir. Nûdem jî wek hevalên xwe yên din di avakirina Ma Musicê de cih digire.
Xeyala wê Kobanê ye
Tenê ne Nûdem hema bêje hemû ferdên malbata wê qeyda xwe li kursên Ma Musicê çêdikin û Nûdem vê yekê wiha vedibêje; “Xwişk û birayên min tevan qeyda xwe çêkir. Niha birayê min ê herî piçûk jî li Akademiya Zarokan e. Herî dawî dayika min jî qeyda xwe çêkir. Me bi malbatî dest bi dersan kir. Birayê min mezûn bû û niha ew piyanoyê dijene. Xwişk û birayê min hê jî tên perwerdekirin. Dayika min dest jê berda (dikene).” Ew bi zimanê Kurdî, Tirkî, Ingîlîzî û Erebî dizane û di 18 saliya xwe de ji Akademiya Ma Musicê mezûn bû. Amûra ku jê hez dike û lê dide santûr e. Nûdem niha dersa santûrê dide şagirtên xwe.
Nûdem dibêje, yek ji xeyalên wê yên herî mezin ew e ku biçe li ser axa ku lê hatiye dinê û mezin bûye, di akademiyeke weke Ma Musicê de dersê bide zarokên Kobanê.
Ji dê û bav ve stranbêj in
Gelek ji me wê bi strana “Xezal Dînê” ya şahê dengbêjan Şakiro ku li Şikeftên Hesûnê olan dide, nas dikin. Deng û awaza wê ya bi performansa wê ya berz a di nava Jin Mayê de her olan dide. Her wiha dengê wê li Keleha Zerzevanê jî olan dide û belavî ser Amed û Mêrdînê dibe. Ev jî Sarya Ertaş e ku xwedî dengekî pirr xweş e. Sarya piyanojen e. Sarya zaroka malbateke ji Şemrexa Mêrdînê ye. Hê piçûk e, malbata wê ji ber şert û mercên aborî koçî Manîsayê dike û li wir mezin dibe. Bavê wê jî stranbêjekî navdar e. Stranbêj Axîn Biro ye û niha girtî ye. Beriya ew bibe stranbêj di karên înşaetan de dixebite û piştî dest bi karê muzîkê dike, dest ji karê înşaetan berdide. Elaqe û bala Sarya ya li ser muzîkê di 12 saliya wê de dest pê kiriye. Sedemê herî mezin ê vê elaqeya ji bo muzîkê bêguman ji bavê wê tê û ji bo bavê xwe dibêje, “Tesîrek pirr zêde ya bavê min li ser min heye. Eleqeya bavê min a muzîkê jî ji kalikê min tê.” Tenê ne Sarya û bavê xwe, her wiha xwişk û birayê wê jî muzîkjen in. Xwişk wê Seval çeloyê dijene û kekê wê Baran jî kemanjen e.
Bi pergalê re têkiliya xwe qut dike
Di sala 2008’an de malbata wê ji Manîsayê berê xwe dide Amedê û tê li vî bajarê dîrokî bi cih dibe. Sarya li şûna ku biçe dibistana tirkî, Konservatuara Aram Tîgranê tercîh dike û qeyda xwe li vir çêdike. Piştî konservatuar tê girtin ew jî mîna hevalên xwe yên din li malan tê perwerdekirin. Wek şagirtek û stranbêjek biçûk di avakirina Ma Musicê de cih digire.
Di vê pêvajoya dijwar de hem perwerde bû hem jî ders da hem jî ji bo lêçûyînên akademiyê şev û rojên xwe kirin yek. Sarya diyar kir ku ev 10 sal in ew dixebite û tevî hemû dijwarî û zehmetiyan jî wan xebata xwe domandiye: “Di dawiyê de me Ma Music ava kir. Her hevaleke me bi mehan ked da. Me soz dabû gelê xwe ku em ê zarokên vî welatî bêmuzîk nehêlin û em li ser vê soza xwe ne. Desteka bavê min jî pirr zêde bû. Min jî dikarîbû biçûma dibistanên pergalê. Derfetên cuda jî hebûn. Lê ez ê nebûma jineke azad. Minê nikaribûya wek jineke azad têbikoşiyame. Lewma jî min têkiliya xwe ya bi pergalê re qut kir.”
Bi ereboka destan dest bi muzîkê dike
Welat Tayfur jî yek ji mezûnên ewilî yên Ma Musicê ye. Ew jî li Konservatuwara Aram Tîgranê şagirt e û piştî ev der tê girtin, ew jî weke hevalên xwe li malan tê perwerdekirin. Dema li Mala Piştigiriyê ya Perwerdehiyê ye, li ser xwesteka Şêrko Kanîwar li amûrên rîtmên xwezayî dide û ew cara ewilî bi lêdana ereboka destan wek enstrûman bo xwe dibîne û dest bi muzîkê dike.
Tişta ez lê digeriyam li vir bû
Welat anî ziman ku piştî Ma Musîcê vedikin, kar û barên xwe yên muzîkê komî ser hev kirine û bi evîndariyeke mezin dest bi xebatê dikin. Ew li wî cihê ku lê xwendekar bû, niha li piyanoyê dide û bûye mamosteyê piyanoyê. Bextewariya wî herî zêde jî ew e ku bi zimanê dayika xwe hatiye perwerdekirin. Welat vê kêfxweşiya xwe wiha tîne ziman: “Min dizanibû her tim aliyekî min ruhekî min girêdayî muzîkê ye. Dema ez hatim Ma Musicê, ev aliyê min, ruhê min temam bû. Ji bo ziman jî ev wisa bû. Dayik û bavê min tenê bi Kurmancî dizanibûn. Tirkî her tim bo min zimanekî biyanî bû. Ji ber ku li dibistanê zimanê perwerdehiyê bi tirkî bû, min ti carî xwe aydî wir nedît. Niha ez xwe bi zimanê xwe tînim ziman. Wek ku ez li tiştekî digeriyam û min ww li vir dît.”
Xeyala harmoniya muzîka gerdûnî û Kurdî
Welat dibêje, ew dixwaze muzîka gerdûnî û muzîka kurdî nêzî hev bike û harmoniya wê bike û ev tenê dikare bi akademiyên xweser bê kirin. Welat bi tayînkirina qeyûman re girtina sazî û dezgehên çand û huner, wek êrişeke li dijî çanda kurdî dibîne û qeyûm jî weke polîtîkaya dewama çerxa asîmilasyonê dibîne.