Serpêhatiyeke gora komî; Xendeka Biloka

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 27 Tebax 2024 - 00:27

Romana Hogir Berbir Xendeka Biloka/Gora Komî ji nav weşanên Aramê derçû. 

Xendeka Biloka/Gora Komî her çiqas mîna berdewamiya Romana Berbir ya ewilî Siya Şikestûnê Turcelê be jî, lê şêwaz û huner û rêbazên di vê romanê de bi kar aniye, ji hev cihê ye.  

Bi taybetî di romanê de, piştî darbeya 12 Îlonê ya 1980’an, kadroyên PKK’ê ku gelek jê hatin girtin û gelek jê vekişiyan derveyî welat; berî ku bi serkêşiya Mehmet Karasungur komên li welat bigihên serhev û derkevin derveyî welat, li Gundê Biloka ya Qoserê a Mêrdînê ku bi yekîneya Zekî Palabiyik (Kazim Xoce ) re ku li wir bi cih in; 79 şervan li hev kom dibin û civîneke taybet li dar dixin. Piştî civînê Mehmet Karasungur û 71 şervan ji wir vediqetin, yekîneya Kazim Xoce bi 5 hevalê xwe re li wir dimînin. Tevgera KUKê wê demê li gund îxbarî dike û leşker dora gund digirin, şer û pevçûnek pir mezin derdikeve. Di wî şerî de Kazim Xoce û 5 hevalên xwe, tevî Muxtar û şivanê gund, bi tevahî heft kes jiyana xwe ji dest didin û gelek leşker jî têne kuştin. Ji ber neçarî û têkçûna mezin ya dewletê ku piştî darbeya leşkerî bû, laşê wan bi xwêr dikişînin heta navçeya Qoserê; cenazeyan nadin malbatên wan û her heştan di çaleke li Biloka binax dikin. Û bi vî awayî di dîroka PKK’ê de dibe cara yekemîn ku 6 şervan û 2 welatparêz bi hev re di goreke komî de tên bin ax kirin. 

Ya rastîn teşe, sêwe, hunandin û kesayetên di romanê de derbas dibin, li gorî dema xwe çi dirban vedikole û li wê demê dixîne em bispêrin xwendevanan, piştî xwendina romanê ya Xendeka Biloka / Gora Komî.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.