- Li odeya Apê Yûsifê Gulo yê alayeke mezin a PKK’ê heye. Yûsif Gulo, neviyên xwe Mazlûm û Muhemed li Qamişlo di êrişa deweta Tirk de şehîd bûbû.
Li odeya Apê Yûsifê Gulo yê alayeke mezin a PKK’ê heye. Yûsif Gulo, neviyên xwe Mazlûm û Muhemed li Qamişlo di êrişa deweta Tirk de şehîd bûbû. Şemsîxan hem bûk û hem jî biraziya Apê Yûsif e, ew û Şepal Gulo behsa serpêhatiya vê alayê ji Mustafa Çoban û Seyît Evran re kiriye. Li gorî nûçeya di ANF´ê gava ku li Sûrî alaya PKK´ê tê qedexekirin, ew biryarê didin vê alayê ji bo pîrozbahiya salvegera damezrandina PKK´ê çêkin. Şemsîxan wiha behsa meselê dike: "Me qumaşê kesk, sor û zer anî. Fikra çêkirina alayê ya Şepal bû. Şepal terzî bû. Êvarî em kom bûn û me got, em alayê çêkin. Kurê min Serxwebûn jî terzî bû. Wî jî alîkarî da me. Wê şevê em raneketin. Ji bo ku em salvegera damezirînê ya partiyê pîroz bikin me ala bi destê xwe çêkir.’’
Cenazeyê şehîd Rustem Cûdî jî bi vê alê hatibû pêşwazî kirin.
Xwediya fikra alayê Şepal Gulo jî wiha behsa çîroka alayê dike: "Sala 2011’an bû, salvegera PKK’ê nêz dibû. Min digot gelo em dikarin bi rengekî çawa têkevin wê rojê. Tirseke zêde hebû. Ji bo ku em qumaş bikirin me sê kesan di nav xwe de pere dane hev. Me alaya xwe li mala Şemsîxanê çêkir. Odeyeke wan a mezin hebû. Me çû sifreya xwarînê ya cîrana anî ji bo giloverê. Me ala bi destan dirût. Dema ku me qedand xeber hate ji me re ku ji bo heval Rûstem Cûdî wê merasîm çêbe. Dema ku malbat em tev çûne merasîmê me bi otobosê ve kir. Her kes şaş mabû. Digotin, ev ala ji ku anîne. Di her merasîm û pîrozbahiyê de em alayê derdixin. Ev ala bi coşiya salvegera damezirandina PKK’ê hate çêkirin.
Her ku ew roj nêz dibe em dibêjin,’’em alaya xwe rakin!’’
NAVENDA NÛÇEYAN