Serpêhatiya tajiyên Spanî yên nêçîrê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 4 Çile 2023 - 03:08

Serpêhatiya tajiyên Spanî yên nêçîrê yên ku piştî demekê ew ji hêla xwediyên xwe ve li kolanan tên hiştin, bala wênegirê bi navê Travis Patenaude kişandiye û wî jî xwestiye bi wêneyan serpêhatiya wan vebêje. Wênegir bi xwe jî wextekî dikeve depresyonê û dixwaze xwe bikuje, lê di wan wextan de ku derûniya wî ne baş e, çav bi van tajiyên Spanî dikeve û ev rewş dilê wî diêşîne. 

Travis û hevjîna xwe li tajiyekî bi navê Leena ku êdî pîr bûye û serbest hatiye berdan, xwedî derdikevin. Wênegir bi vê xwedîderketinê ji rewşa xerab rizgar dibe û her diçe xwe baştir hîs dike. Ji lewma jî dide pey serpêhatiya tajiyên Spanî û wêneyên wan digire. Ew di nav şert û mercên xerab de dimînin û kes li wan xwedî dernakeve. Dema wî xwestiye wêneyên tajiyan bigire jî dîtiye ku ew pirr ditirsin û vê yekê bêhtir li ser tesîr kiriye û bûye sedemeke din a ji bo girtina wêneyên wan.

Travis Patenaude ji bo vê wênegiriya xwe dibêje, “Dema ez di vî karî de hîna nû bûm tim, ji min re digotin li pey tiştê ku tu hîs dikî û jê hez dikî here û wêneyên wan tiştan bigire. Tişta herî zêde dixwazim û hez jê dikim ew e ku ez serpêhatiya tajiyên Spanî yên nêçîrê vebêjim.”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.