Serpêhatiya Meryem Xanê ya rasteqîn

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 21 Mijdar 2022 - 06:40

  • "Digotin Meryem Xan ji Dêrgûlê ye, 12 salan li Zaxoyê maye û bûye bûka Bedirxaniyan. Lê bi vê lêkolînê ev tev pûç bûn. Me dît ku Meryem Xan ne wekî ku hatiye nivîsandine. Em pirr kêfxweş bûn ku me jiyana wê ya rast derxist holê."

ZEYNEB DÛRGÛT/MA/ŞIRNEX

 

Rojnamevan û nivîskar Hurşît Baran Mende ku çîroka jiyana dengbêj Meryem Xanê kelî bi kelî lêkolaye û wekî pirtûk çap kiriye, got, "Min xwe neçar dît ku vê pirtûkê binivîsim. Nasnekirina Meryem Xanê jî nîşaneya xwedî derneketina li nirxên me ye. Heger em xwedî lê derketana me dê bizanîba ku Meryem Xan ne ji Dêrgûlê ye." 

Rojnamevan û nivîskar Hurşît Baran Mende, ketiye pey şopa jiyana Meryem Xanê ya ku di dengbêjiya Kurdî de xwedî cihekî girîng e. Meryem Xan ku heta niha bi şaşî dihat zanîn ji bajarokê Dêrgûlê ye, bi pirtûka Mende re derdikeve holê ku ji gundê Kêrxwerî yê ser bi navçeya Basayê ya Şirnexê ye. Hurşît Baran Mende, piştî lêkolîneke du salan di sala 2019’an de serpêhatiya rast a Meryem Xanê di pirtûka xwe ya bi navê “Huner û Stranên Jiyana Meryem Xan” de berhev kirine. Meryem Xan, li gorî salnameya Hicrî di 20.06.1330'î de li gundê Kêrxwerê yê ser bi navçeya Basayê  ya Şirnexê ji dayîk bûye. Ev dîrok li gorî salnameya Mîladî sala 1912 e.

Mende, ji strana “Hêlî Delal” dest bi lêkolînê kiriye û bi jiyana Meryem Xanê daketiye. Dema ku li ser şopa malbata Eliyê Remo ye ya ku di stranê de navê wê tê hildan, dîtiye ku malbat li gundê Çêlga Eliyê Remo yê Kerboranê dijî. Mende ku bi vî rengî dest bi serpêhatiyan dike. Di sala 2017'an de li gund bi keça Meryem Xanê ya 90 salî Hecî Ferxê û her kesên ku wê nas dikin re hevdîtin kiriye. Rojnamevan û nivîskar Mende ku serpêhatiya Meryem Xanê ya ku dihat îdîakirin li bajaroka Dêrgûl a Şirnexê ji dayik bûye û mezin bûye, nivîsandiye. Mende diyar kiriye ku Meryem Xan ne ji Dêrgûlê ye û bi lêkolînekê têkoşîna Meryem Xanê derxistiye holê. 

Di pirtûkê de tê gotin ku zarokên wê yên ne ji wê Fatma, Nûcuda û Tûrhan wefat kirine, û Hecî Fexrê jî 90 salî ye. Meryem Xan piştî ku terka hevjînê xwe Halîl Aslan dike û diçe, 3 sal şûnde bi Eya Seyîd re dizewice. Ji aliyê din ve di pirtûkê de tê gotin ku keç û 2 kurên Heciyê Hemo hene û Meryem Xan zaroka herî mezin e û birayê wê yê bi navê Huseyîn bi guleya leşkeran hatiye qetilkirin. 

 

Ji Meryem Xanê re digotin ‘Meryemok’

Rojnamevan û nivîskar Hurşît Baran Mende, diyar kir ku wî bi refleksa rojnamevaniyê dest bi lêkolîna jiyana Meryem Xanê kiriye: "Ev nêzî 25 salan e ku ez rojnamevaniyê dikim. Dema ku min li aliyê Kerborana Mêrdînê rojnamevanî dikir, min dîroka wir jî nivîsand. Dema ku min li dîroka wê derê lêdikola, ez rastî şopa dengbêja herî navdar Meryem Xanê hatim. Li wir ji Merxem Xanê re digotin, 'Meryemok', nedigotin Meryem Xan. Kesên wê heremê ku emrê wan 70-80 salî, ji bo Meryem Xanê digotin, 'Ew her tim di nava me de bû. Di dawetan de, şahiyan de her tim bi me re bû, miroveke pir kêfxweş bû.' Wê demê ew daxwaza min a lêkolana jiyana wê zêdetir bû û ez gihiştim encamekê. Me dest bi lêkolînan kir û dit ku jiyana Meryem Xanê di nav çiyayên Botan û Torê de derbas bûye. 

 

Meryem Xan ne ji Dêrgûle lê ji Basayê ye!

Hurşît Baran ku bi pirtûka xwe dixwaze rastiya serpêhatiya Meryem Xanê eşkere bike wiha dewam dike, “Wexta ku me dît hatiye li Kerboranê bi cih bûye, me lêkolînên xwe hin zêdetir kirin. Çimkî di malperên medyaya civakî de, dihat nivîsandin ku Meryem Xan ji bajarokê Dêrgûl a Şirnexê ye. Piştî ku me lêkolîn kir, me dît ku jiyana wê di navbera çiyayê Botanê û navbera Sêrt û Basayê de derbas dibe. Basa bi xwe jî navçeyeke girêdayî Şirnexê ye. Me dît ku Meryem Xan li gundê Kêrxwer ê Basayê hatiye dinê. Qîza Heciyê Hemo û Eyê ye. Digotin Meryem Xan ji Dêrgûlê ye, 12 salan li Zaxoyê maye û bûye bûka Bedirxaniyan. Lê bi vê lêkolînê ev tev pûç bûn. Me dît ku Meryem Xan ne wekî ku hatiye nivîsandine. Em pirr kêfxweş bûn ku me jiyana wê ya rast derxist holê."

 

‘Ez bimirim jî dev ji dengbêjiyê bernadim’

Mende, bi lêv kir ku Meryem Xan tevî zext û zordariyê jî dev ji dengbêjiyê bernedaye: "Meryem Xan li gundekî ku wekî hêlîna teyran bû, dijî. Di zarokatiya xwe dest bi dengbêjiyê dike. Dengbêjî bûye jiyana wê. Piştî ku bavê wê Heciyê Hemo û dayika wê Eyê wefat dikin, ew tên derbasî Kerboranê, gundê Toriyan dibin. Li wir eşîra Erebiyan heye û ji wê re dibêjin, mala Eliyê Remo. Çend salan li mala wan dimînin. Mala Eliyê Remo pirr qîmet dide Meryem Xanê. Ji ber dengê wê û sekna wê pirr bedew e. Meryem Xan di dîwanên mala Eliyê Remo de distirê. Kêyfa gel pirr ji wê re tê. Piştî demekê, mala Eliyê Remo, Meryem Xanê bi ciwanê bi navê Xelîl Aslan re ku ji gundê Zivingê ye dizewicînin. Di wê navberê de jî dengbêjiya xwe jî didomîne. Lê hevjînê wê dibêje, 'ez qebûl nakim ku tu dengbêjiyê bikî.' Jê re dibêje, 'heger tu dengbêjiyê bikî, ez ê te berdim.' Wê pirr aciz dike û heta ku carinan rastî tundiyê jî tê. Lê Meryem Xan jê re dibêje, 'Dengbêjî jiyana min e ez bimirim jî ez dev jê bernadim, tu bixwazî min berde.' Nîqaşên bi vî rengî di navbera wan de didomin. Meryem Xan carekê biryara xwe dide û xwe berdide Çemê Dîcleyê û derbasî Mûsilê dibe. Çend salan li wir dimîne û piştre bi yekî Ereb re dizewice. Pitştre hevjînê wê yê pîlot, di qezayeke hewayî de dimire. Nêzî 10 salan li Mûsilê dimîne. Piştre dibihîze ku şandeyek hatiye dengê hunermendan qeyd dike. Ew jî biryara xwe dide û berê xwe dide Bexdayê û li wir jî dengbêjiyê dike û piştre jî dengê wê bi nav û deng dibe." 

 

Bêqedirbûna dengbêjên Kurdî 

Mende anî ziman ku wî nivîsandina jiyana Meryem Xanê wekê berpirsyariyekê dîtiye: "Min xwe neçar dît ku vê pirtûkê binivîsim. Ez lê dinêrim dengbêjên me bêqedir û bê qîmet in. Min jiyana çend dengbêjan xwendiye, gelek zehmetî dîtine. Yên wekî Elmas Xanê, yên wekî Eyşe Şan û Şakiro bi feqîrî û jariyê jiyana xwe ji dest dane. Ev li zora min çû. Ez dixwazim ku gel xwedî li van dengbêjan derkeve. Nimûne Meryem Xan ku cara yekem dengê wê ket plakan. Ez dixwazim, gel xwedî li nirxên xwe derkeve. Di wê navberê de me dît ku Meryem Xan nirxa me ya herî girîng e. Di wexta wê de kesekî nedikarî dengbêjiyê bike. Meryem Xan ev zehmetî hemû derbas kirine û dengbêjî kiriye. Mal daniye aliyekî, bav daniye aliyekî, bira daniye aliyekî. Her tişta xwe daniye aliyekî û dengbêjî kiriye. Ev tiştekî gelekî giring e. Dengbêjî di heman demê de hebûn û nebûna zimanê Kurdî ye. Divê em bi qedir û qîmetê wan bizanin."

  

Hurşît Baran Mende kî ye? 

Di sala 1976'an de li Cizîrê ji dayik bûye, dibistana seretayî, navîn û amadeyî li navçeya Hezexê qedandiye. Di sala 1992'yan de di rojnameyên Çagda Urla û Yarimada yên ku neçar ma wan biterikînin û li navçeya Urla ya Izmîrê dest bi qunciknivîsiyê kir. Pirtûka wî ya yekem a helbestan sala 1996'an hatiye çapkirin, beşek ji pirtûkê helbest e. Di sala 2000'î de li Hezexê rojnameyeke herêmî ya bi navê Guney Expressê derxist. Her wiha di saziyên cuda de serokatî kir. Di gelek ajansên nûçeyan û rojnameyan de xebitî. Sala 2010’an bû Serokê Cemiyeta Rojnamevanên Şirnexê. Sala 2011’an li navçeya Kerboranê rojnameya Dargeçît Haber derxist. Niha di navbera Tor (Turabdin) û Botanê de xebatên berfireh dimeşîne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.