
- Li Xezayê pêşangeha “Strip Art”ji hêla Desteya Pêşveçûnê ya Filistînê ve hate organîzekirin. Pêşangeh wekî beşek ji projeyek ji bo xurtkirina berxwedana çandî û piştgiriya azadiya hunerî hate lidarxistin.
Beşdarên pêşangehê li hev kirin ku huner bûye yekane rêya vegotina çîroka windahî, koçberî û wêrankirina ku ew dijîn. Di heman demê de, huner di nav vê hemû dijwariyê de cîhek pêşkêşî lêgerîna bedewî û berxwedanê dike.
Pêşangehê gelek berhemên ku rewşa heyî ji perspektîfa hunermendên bajarê ku ji karesatê bandor bûye vedibêjin, anîn cem hev. Ev çalakî wekî beşek ji projeyek ji bo xurtkirina berxwedana çandî û bikaranîna mafê azadiya hunerî li Zivala Xezayê hate lidarxistin û bi pêşangehek paralel re ku di 9-10’ê Hezîranê de li Spanyayê dest pê kir, pêk hat.
Xebat di pênc mehan de pêk hat
Faten en-Naamî ku koordînatora projeyê ya li Ajansa Pêşveçûnê ya Filistînê ye, diyar kir ku fikra pêşangehê ji pêwîstiya hunermendan derketiye holê ku tiştên li Xezayê diqewimin ji perspektîfên xwe vebêjin. Hunermend li du koman hatin dabeşkirin: tîmek profesyonel ji 6 kesan û komeke amator ji deh kesan pêk hat. Xebat di pênc mehan de çêbû ku bi serdema birçîbûna li Xezayê re hevdem bû.
Faten tekez kir ku proje di bin dirûşmeya xurtkirina berxwedana çandî û piştgiriya azadiya hunerî de hatiye lidarxistin. Wê diyar kir ku tevî hemû zehmetiyan jî, hunermendan berdewam kirine bi afirandinê, berhemên wan bi beşdarbûna pêşangehên navneteweyî gihîştine cîhanê û êşên ku mirovên asayî dijîn nîşan didin.
Tevî êşê, di hin berheman de rengên ku bextewarî û hestên cûrbecûr ên mirovan nîşan didin jî hebûn; lê belê, piraniya wan mijarên koçberî, mirin û kêmbûna çavkaniyan digirtin dest. Wekî din, ji ber ku veguhestina hunermend û berhemên wan ji Xezayê ne gengaz bû, wêneyên van berheman dê di pêşangeha li Îspanyayê de bên nîşandan.
REFÎF ISLÎM- JÎNHA/XEZA
***
Pirtûka ‘Gera Azadiyê’ hate îmzekirin
Nivîskar Şîlan Ehmed di çaroveya kampanyaya "Em hemû YPJ‘ê ne.. YPJ‘ê hebûna me ye" de ku di Nîsanê (2026) de ji bo piştgiriya YPJ‘ê û naskirina statuya wê hatibû destpêkirin, bi çalakiyekê ku li Bexçeyê Xwendinê yê li Qamişloyê hate lidarxistin de pirtûka xwe îmze kir.
Di çalakiyê de malbatên ji Cizîrê, nûnerên ji YPJ, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr û rêhevalên Nivîskar Şîlan Ehmed amadebûn.
Piştî deqeya rêzgirtinê Nivîskar Şîlan Ehmed axivî û bixêrhatina malbatên hazir kir û diyar kir ku ew îro pirtûkê li pêşberî ezameta dayîkan ku jê re cihê rêzdariyê ye, îmze dike. Wan bi hev re kêliyên di nava Şoreşa Rojava de jiyan kir, bi hev re kêfxweşî û zehmetî, destkeftî û serkeftin dîtine.
Şîlan Ehmed da zanîn ku ew di pirtûkê de behsa ked û pêşengtiya jinan di avakirina damezrandina YPJ kiriye û got: “Divê em bi hev re jî hebûna YPJ biparêzin, YPJ me hişt ku em bighêjin gelek destkeftiyan.” Di axaftina xwe de Şîlan Ehmed bal kişand ser ked û xebata Rojnamevan Hesen Remo di amadekirina pirtûkê de û diyar kir ku wê bi piştgiriya wî ev gav avêtiye û di demên zehmet de ev pirtûk amade kirine.
Di pirtûka ku bi amadekariya Rojnamevan Hesen Remo hatiye derxistin, Nivîskar Şîlan Ehmed di pirtûka xwe ya bi navê Gera Azadiyê de behsa dîroka Şoreşa Rojava, şerên ku di nav şoreşê de hatine dîtin, pêşengtiya jinan, keda malbatên welatparêz, damezrandina YPJ`ê, çîrokên şehîdan û serpêhatiyên ku ji destpêkê heta dîroka nivîsandin pirtûkê kiriye.
Nivîskar Şîlan Ehmed sala 1970`an li gundê Sinceqa Xelîl a girêdayî bajarê Amûdê ji dayîk bûye, di nava malbateke welatparêz de mezin bûye, sala 1990`î tevlî Tevgera Azadiyê bûye. Li çiyayê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê xebat daye meşandin, ew yek ji damezrînerên YPJ e.
Pirtûk 2025`an hatiye amadekirin, sala 2026`an li Misrê li Weşanxaneya Dar El Nixube hatiye derxistin. ANHA







