Sîyabend û Xecê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 11 Hezîran 2026 - 15:00

  • Li ser çiyayê Sîpanê Xelatê xortekî nêçirvan û çeleng digeriya. Navê vî xortî Siyabend bûye. Tê gotin Siyabend ji gundê Silîvê bûye. Loma jê re digotin Siyabendê Silîvî. Sîyabend bi sekna xwe bû lehengê çîrokekê.

 

Siyabend xortekî çeleng û bedew bû. Bûbû evîndarê Xecê. Xecê jî hema bêje gelekî bedew bû. Bi bedewbûna xwe bal dibir ser xwe. Çavê kê pê biketa aqil ji serê wan diçû. Lê belê dilê Xecê di Siyabend de bû. Lê tê gotin Siyabend pir xizan bûye. Nikaribûye qelenê Xecê bide. Ev jî bûye sedema pirgirêkekê elbet.

Bavê Xecê Kurdekî dewlemend bû. Tevî wî dizanibû ku dilê Xecê û Siyabend di hev de heye lê belê dîsa jî mejiyê xwe bi awayekî dinê dixebitdand. Wî jî Siyabend qebûl dikir, lê ji timahiya cîhanê, dixwest keça xwe bi yekî dewlemend mar bike. Dixwest qelenekî pir zêde bigire.

Mêrxasî, hurmet û bedewiya Siyabend hêjayî pesindayinê bû. Bandor li mirovan dikir. Her wiha tê goin Siyabend û Xecê herdu jî dengbêj bûne. Jixwe wexta hevdu didîtin ji wan berberî malê dinyayê bû. Elbet dema qelen dihat bîra wan xemgîn dibûn. Xecê digiriya. Siyabend li ber dilê wê digeriya. Nedixwest delala li ber dilê wî xemgîn bibe.

Siyabend wiha digot,“Çawa dibe bila bibe, dixwaze bila bi xweşî be, dixwaze bila bi xirabî be, heta dixwaze bila kuştin jî tê de hebe, ez ê dîsa Xecê ji xwe re bînim, ez nikarim dev ji Xecê berdim, destê min ji Xecê nabe..."

Siyabend û Xecê pir bala mirovan dikişandin. Dema êla Zîlan kom dibûn û diçûn bindarûkê, ku Siyabend û Xecê didîtin, şaş diman. Elbet dilê gelek kesan di Xecê de hebû. Gelek kes dihatin ber devê derî lê belê dilê Xecê di Siyabend de bû. Wê yên dinê qebûl nedikir.

Sal wek avê derbas dibûn. Piştî çend sal ketin navberê rojekê Siyabend, Xecê direvîne dibe ser Çiyayê Sîpanê Xelatê. Siyabend û Xecê sê roj û sê şevan li wir dimînin. Ew ji hev hez dikin û bi hev re şad û bextewar dibin. Pir kêfxweş bûn, ji ber ku miradê wan bi hev bûbû. Roja çaran, ber bi nîvroyê bû. Ew di nav kulîlkan de rûniştibûn. Ew ji bêhna kulîlkan û ji bêhna hev têr nedibûn. Di wê kêliyê de xewa Siyabend tê. Ew hez dike serê xwe dayne ser çoka Xecê û pişte datîne û di xew re diçe.

Dema ku Siyabend di xew de bû Xecê li wî dinêrî. Pir bi kêf bû. Bi porê wî, bi germahiya wî şa dibû. Lê piştre ji carekê de dengek hat. Xecê varqilê û nihêrt dît ku di besta biniya wan de gakûvîyek direve û sê gakûvîyan jî daye dû wê. Ji wan yekî, ew gakûviya ji yên din veqetandiye û daye ber xwe dibe. Lê yên din newêrin herin ser. Xecê vê yekê dibîne û xemgîn dibe. Wê bi xwe negirt û giriya. Hêsirekî wê çû ser rûyê Siyabend. Siyabend li ser vê yekê şiyar bû û pirs kir:

“Xecê, xêr e gelo tu ji bo çi digirî, ma tu poşman bûyî ? Bila li ber destê Xwedê ehd û qerar be, bila bi qewlê mêrê berê be, me heta niha mîna xwîşk û bira bi hev re derbas kiriye. Heger tu poşman î ez te dibim mala bavê te…”

Xecê jî wiha dibêje:

“Pî.. Siyabend, tu çima wiha dibêjî? Na, evîna dilê min ez ne poşman im. Ez ê heta dawiya emrê xwe ji te hez bikim. Ez heta roja mirinê ji te dûr nakevim.”

Siyabend jî piştre wiha dibêje:

“Heger wisa be, tu çima digirî?”

 

Xecê jî wiha dibêje:

“Gavek berê gakûvîyekî, gakûvîyeka bedew dabû ber xwe û dibir. Du-sê heb jî ji dûr ve li pey wan diçûn û newêrîbûn xwe bidana ser. Ew gakûvî mêrxasekî mîna te bû. Ji şabûnê û ji evîna dilê min hêsir ji çavên min hat.”

Siyabend jî wiha dibêje:

“Ka, bibêje ew bi kîjan alî ve çûn?”

Xecê destê xwe dirêj kir û wiha dibêje:

“A bi vî aliyê hanê de reviyan û çûn.”

Siyabend, îdare nekir ew rabû ser xwe. Wî şûr û mertalê xwe girêdan. Tîr û kevana xwe hildan û wî jî wiha got:

“Li ser vî çiyayê Sîpanê Xelatê ji min mêrxastir kesek tune ye. Tu evîna min î û ez nêçirvan im. Çawa wê gakûvî werin û di cem min re derbas bin…”

Siyabend li xwe danenî û li pey gakûviyan ket û ew jî çû. Nêzîkî gakûvî bû. Bi heybet sekinî. Tîrkevana xwe kişand, dirêjî wî kir ku lêxe, gakûvî xwe wek mirovekî çeng kir û hat cem Siyabend. Strûyê xwe li Siyabend xist û ew avêt bin gelî.

Xecê li hêviya Siyabend dimîne lê belê Siyabend nayê. Xecê hîs kir tiştek bi Siyabend hatiye. Hew îdare kir li pey Siyabend çû. Li vî alî û wî alî geriya, lê Siyabend nedît. Xecê gelekî geriya, ew şaş û matmayî mabû.

Çawa gihişt binê gelî, dît ku Siyabend li wir e. Siyabend dinaliya. Ew çû ser Siyabend. Lê ji tiştên dît nedixwest bawer bike. Darek di pişta Siyabend re çûbû û di sîngê re kiribû der.

Xecê ji kezebeke şewitî got:

“Serê çiyayê Sîpanê Xelatê bi mij e.

Binê çiyayê Sîpanê Xelatê bi mij e.

Kê dîtiye, kê bîhîstîye, ku nêçir, nêçirvan bikuje.

Gakûvîyo, te strudirêjo weke bejna mino,

Çawan te ji hev kir destê jin û mêro,

Strudirêjo weke dara sûkê,

Çawan te xirab kir bextê xort û bûkê?…”

Siyabend jî wiha li Xecê vegerand:

“Xecê, Xeca min a delal,

Çawa nebû mirazê min û te,

Me yê ji xwe re li serê Sîpanê Xelatê,

Çêkira konekî rind û delal.

 

Xecê meke, melûrîne,

Hêstiran di ser sûretê sor de nebarîne…”

Di heman demê de tê gotin ew gelek stranan li ser hev dibêjin. Lê dilê Xecê reş dibe. Ew hew îdare dike. Ew jî xwe ji ser zinarê diavêje.

Ev çîroka evîndariyê jî bi awayekî xemgînî diqede. Destana Mem û Zîn jî bi awayekî xemgînî diqede. Lê gelek rastiyên civaka Kurd jî di nava xwe de dihewîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.