
- Li Amedê çalakiyeka li ser Arjen Arî pêk hat
Li Amedê çalakiyeka li ser Arjen Arî pêk hat. Di çalakîyê de Rêdûr Dîjle helbestên Arjen Arî şîrove kir. Dîjle li ser bîra neteweyî û welatparêzîyê rawestiya. Li gorî gotina wî gelê kurd niha di serdemeka giran de derbas dibe, ji ber vê yekê bîra civakî ji bo kurdan gelekî girîng e. Arjen Arî jî di berhemên xwe de dîroka civakê parastiye. Rêdûr Dîjle diyar kir ku ew ne tenê şairekî mezin bû. Ew di heman demê de dîrokzanê bîra Kurdan bû.
Rêdûr Dîcle di dewama axavtina xwe de got; “Di vê serdemê de maf û azadîyên gelê kurd pêş dikevin. Sazkirina vê çalakîyê ji bo pêşveçûna çandî bû fersendeka baş. Divê kurd yekîtî û hevkarîya xwe xurt bikin. Ev serdem hevgirtinê li ser kurdan ferz dike. bi berhemên xwe her tim doza kurdî nîşanî her kesî daye.”
Azadî û welatparêzî
Rêdûr Dîcle da zanîn ku Arjen Arî di nivîsara xwe ya bi navê "Min Ji Bîr Meke" de li ser bîra neteweyî nivîsiye û got; “Wî di nivîsarê de behsa girêdana axê û kokê kiriye. Ax koka civakê pêk tîne. Mirovekî bê welat mîna dareka birrî ye. Ew mirov êşeka mezin dikşîne. Arjen Arî azadîya xwe û azadîya gelî gihandiye hev. Ev nêzîkayî welatparêzîya wî nîşan dide. Hafizeya neteweyî ne neteweperestî ye. Ew evîna welêt û parastina çandê ye. Neteweperestî her dem bû sedema komkujî û mirinê. Lê welatparêzî naskirina ziman, çand û dîroka xwe ye”
Mîrasa helbestê
Arjen Arî di sala 2012’an de di hevpeyvîneka xwe de li ser şêwaza helbestê axivîbû. Wî gotibû ku divê em helbesta xwe li ser mîrasa xwe ya kevn ava bikin. Jiber ku îthalkirina helbestê karê şairên rastîn nîne. Rêdûr Dîjle ev helwest wekî pireka navbera îro û paşerojê bi nav kir. Helbestên mîna "Şêrgele" û "Ev Çiya Û Rûspî ne" vê rastyê nîşan didin. Ev berhem li dijî qirkirina çandî bîra kurdî diparêzin. Di dawîyê de Dîjle bang li guhdaran kir. Wî xwest ku kurd xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. AMED
***
‘Em li vir in! Nobedarên dara guzê ne’
Gerînendetiya Çand û Xizmetên Civakî ya Şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD) dê 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê li dar bixin. Şaredariya Peyasê û OSAD bi minasebeta 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ku bi dirûşma “Em li vir in! Nobedarên dara gûzê ne” dê bê lidarxistin, resepsiyonekê li dar bixin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Daxuyanî û resepsiyon dê di 11ê Hezîranê de saet di 19.00an de Mala Kevirîn ya Parka 75an (Li rex Pirtûkxaneya Berhemên Jinan) ya li navçeya Peyasê bê lidarxistin.
Banga vexwendinê
Şaredariya Peyasê û OSADê derbarê festîvalê de ev peyam parve kirin: “Di 10emîn Festîvala xwe de ku li ser şopa heqîqetê, bîreke zindî diafirîne û şahidiya jiyanê diteyisîne ser perdeya spî, em careke din tên gel hev. Em bi pêşkeşkirina 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê kêfxweş û bi kelecan in. Em hemû gelê xwe vedixwînin daxuyaniya çapemeniyê û resepsiyona festîvala me ya ku em ê li ber deng û muzîka Sarya û Welat pêk bînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN







