Anketa ‘Hûn festîvalek çawa dixwazin?’

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 11 Hezîran 2026 - 15:15

  • Navenda Lêkolînên Dêrsimê, têkildarî şêwaza Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê xebatek anketê da destpêkirin.

 

Navenda Lêkolînên Dêrsimê (DAM) ragihand ku têkildarîl Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê ku xebatek çadî û civakî ya girîng a Kurdistanê ye, xebatek berfireh a anketê dane destpêkirin. Ankêta ku bi banga “Niha gotin a gel” hate ragihandin, serî li nêrîna gelê Dêrsimê, kesên tevli festîvalê bûne û festîlavê dişopîne dide. 

Daxuyaniya ku ji aliê DAM’ê ve hate weşandin, balê dikşîne ser girîngiya rêxistina kolektîf û di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanc ew e ku ji bo pêşeroja festîvalê beşdar fikrên xwe parve bikin. 

Pirsên Anketê

 Di çarçoveya anketê de, ji beşdaran pirsa “Hûn dixwazin Festîvala Munzruê çawa be?”, “Divê naveroka festîvalê çawa be?”, “Di çarçoveya festîvalê de divê çi were parastin û çi bê guhertin?”

 DAM’ê ji bo rêxistinkirina festîvalê hemû kesên hestiyar vexwend ku beşdarî anketê bibin. Hate destnîşan kirin ku armanca anketê ew e ku parastna mîrasa çandî ya Dersimê ye. Hate diyarkirin ku kesên bixwazin beşdarî anketê bibin dikarin li ser hesabên medya dijîtal ên Navenda Lêkolînên Dêsimê beşdar bibin.  

 Hûn dikarin li ser vê lînkê beşdarî anketê bibin.

MA/DÊRSIM

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.