• Li dinyayê hin avahî hene ku bûne sembola hin bajaran û ev bajêr bi saya van sembolan bêhtir tên nasikirin. Barûya Eyfel ya li Parîsê jî yek ji van sembolan e û nav û rengê xwe daye bajarê Parîs û navê Parîsê bêyî vê barûyê nayê hilanîn. Gelo çibû serpêhatiya vê barûyê û ew ji bo çi lêkirin. 

Yek ji bajarên ku herî zêde insan xwe lê digirin û diçin serdana wî bajarê Parîsê ye. Hin bajar hene bi sembol û mîmariyên xwe derdikevin pêş û ew bi van sembolan tên naskirin. Lê ji bo Parîsê “Barûya Eyfel” maneyeke ji sembolan wêdatir e û ew îkoneke navdar e li darê dinê. Dema mirov dibêje Parîs yekser “Barûya Eyfel” tê bîra mirov, mirov dikare bibêje Parîs û Eyfel bêyî hevdu nayên bibîranîn. Yanî bajar û ev avahî hevdu bi her awayî temam dikin. 

Heta mirov dikare bibêje “Barûya Eyfel” amblema ne fermî ya Parîsê ye. Fransî ji bo vê avahiyê dibêjin, “La Tour Eiffel”. Gelek kesan navê “Barûya Eyfel” bihîstiye lê serpêhatiya wê çiye û di dema çêkirina wê de nîqaşên bi çi awayî derketin kes nizane. Her avahî, nexasim jî avahiyên bi vî rengî dîrok û serpêhatiyekê ye. Barûya Eyfel jî beriya 125 salan hate çêkirin û nimûneyeke bi vî rengî li dinyayê tine ye. Ji ber vê yekê ew mîmariyeke resen û kevnar e.

Çima Bûraya Eyfelê lê kirin?

Şirketa bi navê “Eiffel et Compagnie” ku xwediyê mîmar û endezyarê Fransî Alexandre-Gustave Eiffel bû, ji bo “Fuara Cîhanê”(Exposition Universelle” barûyeke ji demir sêwirand. Ji bo proje were qebûlkirin ji 100 projeyî bêhtir miracaet hebûn. Lê projeya Alexandre-Gustave Eiffel hate qebûlkirin û bi vî awayî dest bi avahiyê kirin. Barûya Eyfel dê ji bo şano, performans û muzîkê bihata bikaranîn. Weke navendeke kifşên nû yên dinyayê jî dê bihata bikaranîn. Nexasim jî ji bo berhemên avangart dê bibûya navendeke balkêş. Ji bo “Fuara Cîhanê” û çalakiyên wê jî dê bibûya destpêkeke xweşik û kesên serdana fuarê dikirin dê bi dîtina wê kêfxweş bibûna.

4 qefesên ji demir

Bingeha “Barûya Eyfel” ji hêla endezyarên “Eiffel et Compagnie” yên bi navê Maurice Koechlin û Émile Nouguier hat avêtin. Her du endezyar projeya xwe ewilî nîşanî Eiffel dan. Wan 4 qefesên ji demir yên cuda lê li ser hev sêwirandibû di serê xwe de. Dê ev çar qefesên ji demir bi hev ve danîna û bi vî awayî barûyê bilind bikirina. Her wiha bi qolonên ji demir jî dê barûyê saxlemtir bikirana da ku hilneweşe. Heta niha estetîkeke bi vî rengî nehatibû pêşkeşkirin, Maurice Koechlin ev proje di sala 1884’an de bi aweyeki destxet hazir kiribû û li ser kaxiz teswîr kiribû. 

Sembola Şoreşa Fransayê

Alexandre-Gustave Eiffel destûr dide ku her du endezyar pêşnûmeya xwe pêş bixin û projeyê qebûl dike. Mîmarê bi navê Stephen Sauvetre, jî tevlî projeyê dibe û bi hevkariya du endezyaran ango Maurice Koechlin û Émile Nouguier dest bi projeyê dikin. Wan barûyeke ku 300 metre bilindahiya wê heye sêwirand. Elbet di warê sêwirandinê de xebateke bi vî rengi li dinyayê nehatibû çêkirin. Di hêlekê de jî ji bo mîmar û endezyaran weke pêşbirkekê bû ev avahî ango barû. Alexandre-Gustave Eiffel ev barû ji bo mîmar û endezyaran li “Fuara Cîhanê” behreyên xwe nîşan bidin qebûlkiribû. Ji hêleke din jî reweşeke siyasî jî hebû. Ji lewre “Barûya Eyfel” piştî Şoreşa Fransa 100 sal bi şûnde hatibû çêkirin. Wan dixwest bi vê barûyê şoreşê 100 saliya şoreşê jî pîroz bikin, ji lewma jî maneyeke “Barûya Eyfel” ya ji mîmartîyê wêdetir jî hebû. Ji xwe hîna jî, yanî îro jî “Barûya Eyfel” yek ji navenda pîrozbahiyên sersalê ye. Her wiha ew navenda pîrozbahiyên “Roja Bastille” (14’ê Tîrmehê) ye jî. Ev roj weke roja destpêkê ya Şoreşa Fransayê tê zanîn.

Protestoya li hember barûyê

Piştî proje tê qebûlkirin xebatên avakirina wê dest pê dikin lê qismekî xelkê tevlî projeyê nabe û li hember projeyê derdikevin. Tenê ne xelk hin mîmar, hunermend, bestekar û nivîskar jî li hember barûyê derketin. Wan digot dê ev avahî di navbera huner û mîmariyê de nîqaşekê derxe holê, ji lewma jî projeyê protesto kirin. Heta wan daxwaznameyekê bi navê “Protestoya li hember Barûya Eyfel” jî şand ji Eiffel re lê ew pirr dereng mabûn. Beriya ew protestoyê pêk bînin endezyaran dest bi çêkirina barûyê kiribûn û nema vedigeriyan ji biryara xwe. 

Di sala 1889’an vebû

Barûya Eyfel di meha Gulana sala 1889’an de ango di “Fuara Cîhanê” de vebû. Beriya wê temam bûbû lê li benda fuarê bûn da ku bi vekirina fuarê bidin naskirin. Heta mehekê barû bê asansor bû û xelk bi riya derencokan hildikişiyan ser barûyê. Ji bo ew derkevin ser serê barûyê diviyabû 1.710 pêlikan derbas bikin da ku bigihîjin serê barûyê. Li gor daneyên wan salan 30 hezar kesî bêyî asansor hilkişiyan serê barûyê û li serê vê avahiya bêhempa li Parîsê nihêrîn!

Heta hetayê dimîne

Di serî de biryar hatibû girtin ku “Barûya Eyfel” tenê 20 sal li Parîsê bimîne û dê paşê bihata xerakirin. Lê Eiffel dixwest barûya wî heta hetayê bimîne û ji bo vê yekê jî bi pêşniyazên nû derket hemberî rêvebirên bajarê Parîsê. Wî got ku bila “Barûya Eyfel” weke navenda telgirafê were bikaranîn. Bi vî awayî Barûya Eyfel ji xerabûnê xelas dibe û ew dibe yek ji sembolên herî girîng ên Parîsê. Tenê ne Parîs ev nimûneya bêhempa ya mîmariyê li cîhanê jî bi nav û deng e û bê qisûr e. 

Salê 7 milyon serdêr

Îro roj di salekê de 7 milyon insan diçin serdana “Barûya Eyfelê”. Ew yek ji avahiyên herî populer e ku xelk dixwazin wê bibînin. Gelek kes jî bo ku vê barûyê bibînin diçin serdana Parîsê. Dema xelk diçin ser serê barûyê dikarin herêmê xweşiktir bibînin û her wiha çemê Seine jî baştir tê xuyanê li ser serê barûyê.

NAVENDA NÛÇEYAN