Serokkomarê Kurd heyeta Kurd pêşwazî kir
Duşem 28 Mijdar 2022 - 16:44
Ofîsa Ragihandinê ya serokkomarê Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku doh serokkomarê Iraqê Ebdul Letîf Reşîd li koşka serokkomariyê ya li Bexdayê, pêşwaziya şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye.
Şandeya herêmê ji Wezîrê Plandananê Dara Reşîd, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Kemal Mihemed Salih, Serokê Dîwana Desteya Wezîran Umêd Sebah û berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil pêk hatiye.
Li gorî daxuyaniya ofîsa Ragihandinê ya serokkomarê Iraqê, her du aliyan di civînê de peywendiyên di navbera Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de guftugo kirine.
NAVENDA NÛÇEYAN