Serokê lijneyê jî wezîr jî nizanin

Sêşem 10 Gulan 2022 - 22:30

  • Serokê Lijneya darayî ya Parlamena Herêma Kurdistanê Ziyad Cebar got, niha di warê aborî de rewşa Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelekî baş e, dikare bi hêsanî pereyê karmendan hemûyan bide. 

Serokê Lijneya darayî ya Parlamena Herêma Kurdistanê Ziyad Cebar got, niha di warê aborî de rewşa Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelekî baş e, dikare bi hêsanî pereyê karmendan hemûyan bide. Serokê Lijneyê dibêje, agahiya wan û Wezîrên Hikûmetê ji firotina neftê nîne, ji ber ku Meclîsa Neft û Gazê komnebûye, lê biryar ji aliyê serokê Hikûmetê ve tê dayîn.

Serokê Fraksiyona YNK’ê di heman demê de serokê Lijneya Darayî û Aborî ya li Parlamena Herêma Kurdistanê Ziyad Cebar, derbarê rewşa siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê de, ji medya YNK’ê re axivî.

Ziyad Cebar got, niha rewşa Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê aborî de gelekî baş e û dahata wê jî ji ber bilindbûna nirxê neftê, zêde bûye.

Lê Ziyad got, dahata neftê ne şefaf e, niha ji sedî 41’ê dahata neftê li hikumetê vedigere û ji sedî 59 jî dahat ji bo kirêya kompanya û veguhestinê diçe, ji bo vê, pêwîst e di vê rêjeyê de guhertin were kirin.

Cebar di dewamê de got; “Agahiya me û Wezîrên Hikûmetê ji firotina neftê nîne. Ji ber ku Meclîsa Neft û Gazê ya Herêmê kom nebûye û biryarên wan jî ji aliyê serokê Hikûmetê ve tên dayîn. Hikûmeta Herêmê di nava parêzgehan de cûdekariyê dike, ji ber wê jî pirsgirêk gihiştine vê astê. Ev çend sale yasaya bûdceya me nîne û em li parlamenê nizanin dahata neftê çend e û çawa tê belavkirin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.