Serokê juriya Cannesê Ruben Ostlund e

Nûçeyên Çand/Huner

În 3 Adar 2023 - 05:44

Festîvala Filman a Cannesê îsal wê cara 76’an di navbera 16 û 27’ê Gulanê de li dar bikeve. Ji bo îsal jî xelk li bendê bû ka kî dê bibe Serokê Juriya festîvalê. Rêvebiriya festîvalê da zanîn ku wan ji bo îsal derhênerê Swedî Ruben Ostlund weke serokê juriya festîvalê neqandiye.

Ruben Ostlund piştî derhênerê Swedî Inrid Bergman duyem kesê Swedî ye ku ji bo serokatiya juriyê hatiye hilbijartin. Bergman sala 1973’an hatibû hilbijartin.

Sala par, Ruben Ostlund bi filmê xwe yê “Trianle of Sadness” xelata “Palmiyeye Zêrîn” wergirtibû û filmê wî bi ser ketibû. 

Fastîvala Cannes, serokatiya juriyê ya Ruben Ostlund bi van gotinan parve kir; “Ruben Ostlund li ser diyalektîkeke ku bala xelkê pirr dikşîne, dixebite. Ew ajoyên sereke yên insanî bi mîzaheke serketî şirove dike û dema vê dike jî, qet tawîzê nade.”

Ruben Ostlund jî diyar kir ku vê biryarê gelekî kêfa wî aniye û ew bi vê yekê serbilind e.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.