Serok azad nebe em jî azad nabin

Duşem 29 Çile 2024 - 04:55

  • Jinên di Nobeta Edaletê de gotin: Serokê me azad nebe em jî azad nabin. Jinên li Qamişlo jî daxwaza azadiya Ocalan kirin û gotin: Armanca me têkbirina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e. 

Greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê ku bi armanca şikandina tecrîda li Îmraliyê û azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dane destpêkirin, 64 roj in dewam dike. Herwiha malbatên girtiyên azadiyê jî ji bo piştgiriyê bidin zarokên xwe, li Amed, Wan, Edene, Mêrsîn, Enqere, Stenbol û Îzmîrê Nobeta Edaletê dan destpêkirin. Yek ji cihên ku nobet lê hat destpêkirin Stenbol bû. 45 roj in li Stenbolê nobet bi serdanên xelkê û eleqeyek mezin a gel didome. Jinên çûn serdana çalakiyê ji JINNEWS’ê re axivîn.

Nebîhe Aydogan da zanîn ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi polîtîkayên şerê taybet hewl dide gel biçewisîne û got:“AKP di şer de israr dike. Daxwaza dayîkan ev e ku zarokên wan bên berdan û aştî pêk bê. Naxwazin zarokên kesî bimirin. Em jî dixwazin daxwaza dayîkan bê cih. Bila kes nemire. Bila ne dayîkên Kurd ne jî yên Tirk nemirin. Dayîk destê aştiyê dirêj dikin. Yekane daxwaza wan zarokên wan bên berdan. Bila dewlet gavekê bavêje. Me her cureyê gav avêt. Lê dewlet di şer de bi sirar e. Em vê qebûl nakin. Em jî di daxwazên aştî, azadî û wekheviyê de bi israr in. Em ê heta dawî têbikoşin.”

Em daxwaza azadiya fizîkî dikin

Suat Karataş jî destnîşan kir ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bê û wiha daxuyand: “Em hatin Nobeta Edaletê û piştgiriyê didin hevalên xwe. Têkoşîna dayîkan têkoşîna me ye. Têkoşînek bi rûmet e. Rûniştina wan bi rûmet e. Em di daxwaza azadiya fîzîkî de di daxwaza aştî û edaletê de bi israr in.” Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Vetha Gunay jî ku di 16’ê Çileyê de hatibû binçavkirin û di 19’ê Çileyê de hat berdan axivî û got: “Heta dawî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heta serokatiya me azad nebe em jî azad nabin. Bila dewleta tirk vê bizanibe. Divê hemû civak li dijî polîtîkayên dewletê têbikoşe. Ger em aramiya civakê bixwazin divê em ji bo vê gavê bavêjin. An jî wê kes li mala xwe rehet nejî.  Heta aştî û çareserî pêk neyê em ê ji têkoşîna xwe şûnde gavê navêjin. Em li vir in û ranabin.”

Armanc azadiya Rêbertiyê ye

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di nava çalakiyan de ne, derbarê mijarê de axivîn. Sekîne Ebdo destnîşan kir ku hemû çalakiyên wan bi armanca pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan in û got:"Tecrîda li ser Rêberê me ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve didome û em tu agahiyan ji wî wernagirin. Ji ber wê jî me soz daye ku em ê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî berxwedanê têkoşînê dewam bikin." Sekîne diyar kir ku ew fikrên Rêber Abdullah Ocalan di nav jinên bindest de belav dikin û destnîşan kir ku fikrên wî nûnertiya azadiya gelan û pêkanîna demokrasiyê ji bo tevahî pêkhateyên civakê re di serî de jinan, dike. Xade Mehmûd jî diyar kir ku berî derketina tevgera azadiya Kurdistanê û berî ku jin fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser azadiya jinan nas bikin, ew ji mafên xwe bêpar mabûn û got:"Em ê her li qadan bin û çalakiyên xwe bidomînin. Pêwîst e tevahî jin karê xwe bi rêxistin bikin û çalakiyên xwe zêde bikin." Fatme Hemîd tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku armanca wan pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Newroz Muslim jî diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi rêya tecrîdê heta îro didome.

Newroz Muslim di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya Rêber Abdullah Ocalan û domandina çalakiyan heta pêkanîna azadiya wî ya fizîkî nû kir.

Endamên Komîteya Perwerdê û Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Kînana Ebdo û Ruzeyfe El Seyid tecrîd şermezar kirin û banga têkoşînê ya ji bo bidawîkirina tecrîdê li hemû jinan kirin.

Li Şengalê kon hate vedan

Di 21’ê Cotmehê de bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê, civaka Êzîdî û xelkê Ereb hate ragihandin ku ew jî wekî Şengal bi dirûşmeya ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ beşdarî pêngava navnetewî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, dibin. Di vê çarçoveyê de li seranserê Şengalê di nava pêkhateyên Êzîdî û Ereb de gelek çalakî hatin lidarxistin.

Ji bo piştgiriya pêngavê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li navenda Şengalê bi dirûşmeya ‘Kes nikare roja me tarî bike’ kon veda. Her wiha li ber kon ji aliyê Yekitiya Ciwanên Êzîdîxanê ve jî standa pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatiye danîn. Konê çalakiyê ku wê sê rojan dewam  bike, di roja yekemîn de Meclisa gel a Guhbel, Zorava û Navenda Şengalê amadebûn. Konê çalakiyê her roj di saet saet 09:00’an de tê vekirin, heya saetên êvarê bi amadebûna meclis, sazî û rêxistinên Şengalê wê axaftin bên kirin, ramanên Rêber Abdullah Ocalan bên guhdarkirin û peyam bên dayîn.

Endama Koordinasyona TAJÊ Neam Bedel li ser mijarê axivî û got:“Em ji Şengalê heya Îmraliyê silavên xwe ji Rêbertî re dişînin. Ev 32 mehin tu agahî ji Rêbertî nayê girtin, bi armaca ku em balê bikşînin ser tecrîda li îmraliyê em ê çalakiyên xwe berdewam bikin. Tişta ku em dixwazin, azadiya Serok Apo ye, ev ne tenê xweseteka me ye, xweseteka bi milyonan kesiye.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.