Serlêdanên me wê bidomin

Duşem 1 Tîrmeh 2024 - 00:35

  • Hevserokê Şaxa OHD a Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan diyar kir divê TBB tevbigere, daxuyaniya Wezareta Tirk a li ser tecrîdê dabû bi bîr xist û got, Heke tecrîd nebe çima ev 40 meh in xeber ji Ocalan nayê girtin? Oyke her wiha got wê hewldanên wan ên hiqûqî yên li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bidomin.

Ji Rêber Abdullah Ocalan ê 40 meh in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin tu agahî nayê girtin. Çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan û bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya Kurd li gelek navendan hatine destpêkirin, didomin. Bi vê çarçoveyê  Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Rihayê di 27’ê Hezîranê de serî li Baroya Rihayê dabû û xwestibû ku ji bo Ocalan serî li Wezareta Dadê bide. 

Divê TBB tevbigere 

Hevserokê Şaxa OHD a Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke ku serlêdanê nirxand, diyar kir di nava 3 salan de serlêdanên zêdetirî hezar parêzeran bê bersiv hatine hiştin û got, “Divê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) bikeve nava tevgerê. Serlêdan bêbersiv tên hiştin. Me ji Baroyê daxwaz kir ku ji bo em karibin hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin serî li Wezareta Dadê û Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bidin." 

Tecrîd nebe, çima xeber nayê girtin?

Oyke bi bîr xist ku 40 meh in tu xeber ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin û bal kişand ser îddîayên Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç ku gotibû "Tecrîd tune ye" û got: "Em behsa kesekî wiha dikin ku 40 meh in agahî jê nayê girtin. Negirtina xeberekê hebûna tecrîdê ye. Wezîr got 'tecrîd tune ye', lê ger tecrîd tune be nexwe çima pêwendî nayê danîn? Ev, sirf ji bo bêhiqûqîtiya heyî qebûl nekin hatiye gitin. Ew wekî hiqûqnasekî baş dizane bêpêwendiya mutleq çi ye." Oyke bal kişand ku "cezayên dîsîplînê" yên li Îmraliyê li dijî hiqûqê ne. 

 Tecrîd berbelav bûye 

Oyke anî ziman ku wê hemû şaxên OHD'ê bi heman daxwazê serlêdanên xwe bidomînin û wê ev têkoşîna wan heya ku encamekê bi dest bixin bidome.  Oyke ragihand ku tecrîda li Îmraliyê tê pêkanîn li tevahiya civakê belav bûye û got: "Mirov bi her awayî tên tecrîdkirin. Hemû qadên jiyanê ji aliyê desthilatê ve tên tepisandin. Rêveberiyeke îstibdatê hatiye avakirin. Sedema tecrîda li ser birêz Ocalan ew e ku birêz Ocalan di warê çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn de dikare roleke mutleq bilîze. Birêz Ocalan, di warê çareserkirina demokraîk a pirsgirêka Kurd de aktorê sereke ye. Ji bo pêşî li ber vê bê girtin, tecrîd tê jidandin." 

MA/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.