Serlêdana NY ya ji bo Ocalan

Sêşem 11 Hezîran 2024 - 03:15

  • Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî rewşa miwekîlên xwe Rêber Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din serî li Raportoriya Taybet a Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî dan û banga “Çalakiya lezgîn” kirin. 

ÎBRAHÎM IRMAK / MA / STENBOL

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê der barê rewşa Rêber Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di tecrîda girankirî de ye û 39 mehin agahî jê nayê girtin û girtiyên li cem wî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş di 17'ê gulanê de serlêdana “Çalakiya lezgîn” li Raportiya Taybet a Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dan. Her wiha parêzer ji bo dikaribin wezîfeya xwe bikin ango îcra bikin serî li raportoriya taybet a eleqedar dan. 

Belge hatin pêşkêş kirin 

Parêzeran di serlêdanê de şert û mercên girtina muwekîlên xwe yên li Îmraliyê û pirsgirêkên astengkirina pîşeya hiqûqî ya di çarçoveya belgeyên NY'ê de bi awayekî berfireh pêşkêşî raportoran kirin û diyar kirin ku ji bo serlêdanê divê tavilê bê nirxandin. Parêzeran bal birin ser wê yekê ji bo zirarên ku telafiya wê zor in li Îmraliyê ji holê bên rakirin, xwestin bê nirxandin. Parêzeran li ser daxwaza Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo tedbîrên 6'ê Îlona 2023'yan, diyar kirin ku biryara komîteyê ya mijara gotinê piştgirî dide vê rewşê. Hiqûqnasan diyar kirin ku Tirkiye hê jî daxwazên biryarê pêk neaniye.

Divê tavilê bikevin tevgerê 

Parêzeran di serlêdanê de da zanîn ku serdanên parêzeran tên astengkirin û xwestin raportorî ji bo astengiyên li pêşiya parêzeran bên kirin bikevin nava heldanek hevpar. 

Parêzeran her wiha di serlêdanê de jî ev daxwaz ji raportoriyê kirin: 

*Ev serlêdan lezgîn e û divê di demek kin de bê nirxandin. 

*Divê dawî li şertên serlêdaran ê incommunicado bê anîn û tavilê daxwaza ji bo hevdîtina malbat û parêzeran ji hikumetê re bê ragihandin.  

*Divê serdana Girtîgeha Îmraliyê bê kirin û şert û mercên li wir di cih de bê lêkolînkirin û serlêder bikaribin rû bi rû hevdîtinê bikin.  

*Divê muameleya ku serlêder pê re rû bi rû dimînin, were raporkirin.  

*Divê şertên li Girtîgeha Îmraliyê û serlêder pê re rû bi rû dimînin were şopandin. 

*Divê di encama daneyên bên berhevkirin de daxuyaniya çapemeniyê bê lidarxistin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.