Serlêdan bê bersiv dimînin
În 12 Kanûn 2025 - 03:42

Di saleke dawî de zêdetirî 5 şandeyên cuda ku di navde rojnameger, siyasetmedar, nivîskar, ciwan, jin û nûnerên civakî pêk dihat, ji bo biçin Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin serî li Wezareta Dadê dan. Lê heta niha Wezareta Dadê bersiva serlêdanan nedaye.
Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Di vê bangê de xwest pirsgirêk bi aştiyê çareser bibe. Xwest tifaqa gelê kurd û tirk di çarçoveya entegrasyona demokratîk de pêş bikeve. Ji PKK'ê xwest ku xwe fesix bike û şerê çekdarî bi dawî bike, ji dewletê jî xwest ku li meclisê komîsyonê ava bike û ji bo çareseriya meseleya gelê kurd bingeha hiqûqî û siyasî ava bike. Xwest ji bo mafê kurdan ên civakî, çandî û siyasî zagon bên avakirin. Xwest hemû saziyên civakî, rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî ji bo aştiyê berpirsiyariyê bidin ser xwe.
Di ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 9 meh û 14 roj derbas bû. Di vê pêvajoyê de PKK'ê xwe fesix kir. Gerilayên PKK'ê çek şewitandin û îmha kirin. Gerîllayên li sînorê Tirkiyeyê xwe vekişandin başûrê Kurdistanê. PKK'ê û gerîlla hemû bangên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yek bi yek pêk anî. Ji bo pêdiviyên aştî û civaka demokratîk gavên jê hatin xwestin pêk anî.
Lê di milê hikûmet û dewletê de gavên ku têne xwestin li gorî pêdiviya pêvajoyê û çareseriyê nayên avêtin. Heta niha tenê komîsyon hat avakirin û li ser navê komîsyonê tenê şandeya ku ji 3 kesan pêk dihat çûn îmraliyê.
Di vê pêvajoyê de şandeyên ku ji ciwan, rojnameger, siyasetmedar, hiqûqzan, nivîskar, platforma jinan, akademîsyen û rewşenbîran pêk dihat, di dîrokên cuda de serî li Wezareta Dadê dan û xwestin biçin îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Lê tenê şandeya DEM Partiyê, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê û malbat çûn Îmraliyê û hevdîtin kirin.
Ji xeynî wê heta niha şandeyên ku serî li Wezareta Dadê dane û xwestine biçin îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike hîn bersîveke erênî negirtine.
Her çend Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestibû ku bi nûnerên civakê, partiyên siyasî, rêxistinên civakî, komele û saziyên demokratîk re hevdîtinê bike jî, ev daxwaz pêk nehatine.
AW/MEHMET ALÎ ERTAŞ









