Serketina zanyaran li hember HIV’ê
În 18 Sibat 2022 - 22:52
- Îroroj li dijî vîrûsa HIV’ê ya ku bedena mirov lawaz dike û ji ber vê yekê gelek kesan jiyana xwe ji dest dayî hê jî çareseriyeke mayînde nehatiye dîtin.
Îroroj li dijî vîrûsa HIV’ê ya ku bedena mirov lawaz dike û ji ber vê yekê gelek kesan jiyana xwe ji dest dayî hê jî çareseriyeke mayînde nehatiye dîtin. Her çiqas bi tedawîyên hatine pêşxistin zanyar bikin ku nexweşiya AIDS’ê were kontrolkirin jî bi van tedawiyan vîrûsa HIV’ê bi temamî ji beden nayê avêtin.
Di qada zanistê de di tedawîkirina HIV’ê de pêşketineke girîng çêbû. Zanyarên Kalîforniyayê derbarê vê vîrûsê de agahiyên balkêş ragihandin. Zanyarên ku li Zanîngehê dixebitin ragihandin ku jinek bi saya tedawiyê bi temamî ji vê vîrûsê xelas bûye. Kesên ku berî niha hatibûn tedawîkirin hemû zilam bûn. Lê bele vê carê jinek hatiye tedawîkirin.
Jina ku tedawî bûye miroveke ku ji ber nexweşiya losemiyê tedawî bûye. Tedawiyeke hem ji bo pençeşêrê hem jî ji bo vîrûsa HIV’ê di destpêkê ji zanyaran zehmet bûye. Lê bele piştî xebatên berfireh zanyaran tedawiya herdu nexweşiyan bi hev re pêk anîne.
Her çiqas were gotin ku ev tedawî wê ji bo hemû nexweşên bi vîrûsê HIV’ê ne pêkan be jî dîsa jî serkeftina zanyaran ji bo pêşerojê hêviyekê dide mirovahiyê.
NAVENDA NÛÇEYAN