Necmedîn Xulamî ji ber êrişên dewleta Tirk bifikar e, û diyar dike ku dewleta Tirk li dijî Kurdan hemûyan e, ne tenê li dijî PKK’ê ye. Xulamî li dijî dagirkeriyê, yekîtiya Kurdan girîng dibîne û dibêje: “Serketina gerîla serkeftina pêşmergeyan e.”

Hunermend Necmedîn Xulamî ji Rojnewsê peyiviye û elaqedarî dagirkeriya dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê peyama xwe ragihandiye.

Necmedîn Xulamî weke sedema êrişan, rewşa xerab a hundir û derve ya Tirkiyeyê dibîne. Ew têkoşîn û rola gerîlayên azadiyê ya li dijî dagirkeriyê bi nirx pênase dike û dibêje, “Serketina gerîla, serketina aliyên Kurd hemûyan û serketina pêşmergeyan e. Heger Kurd di nava xwe de yekgirtî bin, dagirkerên Kurdistanê nikarin qet pîlanekê li dijî Kurdan bikin.”
Xulamî ji ber daxuyaniyên hinek rayedarên Kurd ên ku êrişên dewleta Tirk tenê weke li dijî PKK’ê nîşan didin bifikar e û vê yekê red dike: “AKP dijminê Kurd û Kurdistanê hemûyî ye. Pêwîst e gel li dijî dagirkeriyê hişyar be.”

Hunermend Necmedîn Xulamî vê bangê li hunermendên Başûrê Kurdistanê dike: “Li Başûr hunermend xwedî derfetên azad in û li welatê xwe ne, lewma daxwazê ji wan dikim da ku berdewam çalakiyên medenî û şaristanî ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN