Serketin a gerîla ye

Yekşem 30 Tebax 2020 - 18:30

  • Fermandar Amed Malazgirt got: Gerîla bi awayekî xurt li dijî êrişên dewleta Tirk têdikoşin û wê bi taktîk û rêbazên nû, dewleta Tirk têk bibin.

Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgirt tevlî bernameyeke taybet a Stêrk TV bû û li ser dagirkeriya dewleta Tirk û berxwedana li dijî vê dagirkeriyê axivî.
Malazgirt destnîşan kir ku dewleta Tirk di siyaseta xwe de ya li ser Rojhilata Navîn bi ser neketiye û got, "Lewma ji bo xwe weke hêzeke bingehîn nîşanî dewletên rojavayî û Rojhilata Navîn bide giraniya xwe daye ser aliyê leşkerî."
Malazgîrt diyar kir, çawa ku bi salan e bi rêbaza leşkerî dest li Kurdistanê werdide, niha jî bi heman rengî dest li Derya Spî û Lîbyayê werdide û wiha dewam kir: "Me berê jî got, dewleta Tirk çav berda dewlemendiya ser û binê erdê ya Kurdistanê. Bi heman rengî êriş bir ser Derya Spî û Lîbyayê. Dema ku me ev digot me belasebep nedigot. Ev yek gihand asta herî bilind. Xeyalên xwe yên Osmanî weke Mîsaqî Mîllî pênase kir û berê xwe da wan xeyalan."

Gerîla tenê canekê xwe heye wî jî dide

Fermandar Amed Malazgirt bal kişand ser şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê dike û got, "Di nava du salên derbasbûyî de li qada Xakurkê şerekî dijwar hate meşandin. Dewleta Tirk xwest di ser Xakurkê re xeteke dirêj kontrol bike. Gerîlayên me yên li Xakurkê ji bo pêşî li pêşveçûna dewleta Tirk bigirin fedekariyên mezin kirin. Gelek çalakiyên bi bandor kirin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk mîna ku plankirî bi ser neket. Gerîlayên me li dijî leşkerên Tirk çalakiyên bi bandor kirin û hîn jî dikin."
Malazgîrt destnîşan kir ku şerê wan ê li dijî dewleta Tirk di asta bilind de ye û got, "Gel hemû û hêzên demokratîk ji bo têkbirina dewleta Tirk a dagirker dikarin li cem me cih bigirin. Yên ku ji dewleta Tirk ditirsin û nikarin li ber wan rabin wê demê bila bêdeng bimînin û cesaretê nedin dewletê. Gelo çi bû ku ev dewlet ewqasî bi hovane zilmê dike. Bi taybetî çima kiryarên xwe yên li dijî Kurdan û gelê Kurdistanê ji xwe re weke mafekî dibîne. Em dibînin ku ji bilî PKK'ê û gelê me yê welatparêz kes li ber dewleta Tirk ranabe û tevî vê yekê jî hinek radibin û PKK'ê, gerîla sûcdar dike. Ti hesabekî şexsî yê gerîlayên PKK'ê nîne, tenê canekî xwe heye, wî jî feda dikin.
Xwedîderketina li van şervanên azadiyê wezîfeya her Kurdekî ye. Gerîlayên PKK'ê ji niha û pê ve jî ji bo planên dewleta Tirk pûç bikin wê bi fedakariyeke mezin çi ji dest tê bike. Wê destûrê nede ku dewleta Tirk bi hêsanî li xaka Kurdistanê be û dagirkeriyê bidomîne. Her kesên bi şeref û bi rûmet divê li cem gerîla cih bigire û xwedî lê derkeve, Divê dagirkeriyê rewa nekin. Hêzên siyasî û leşkerî yên li çar parçeyên Kurdistanê divê zanibin ku eger PKK lawaz bibe wê dewleta Tirk êrişî parçeyên Kurdistanê hemûyan bike."

Dewleta Tirk wê têk biçe

Ji fermandarên Navenda Parastina Gel Amed Malazgirt bi bîr xist ku li Dersim, Botan, Serhed, Gever, Şemzînan û Çelê her roj çalakî tên lidarxistin, leşker tên kuştin û got, "Tevî ku Gerîla TV dîmenên van çalakiyan diweşîne jî înkar dikin, kuştiyên xwe eşkere nakin. Ya rast şerê me yê gerîla li Bakurê Kurdistanê ye, lê belê dewleta Tirk çav berdaye Başûrê Kurdistanê û bi israr vî şerî dixwaze li Başûrê Kurdistanê bimeşîne. Dixwaze şerê li ser sînor bi pêş ve bibe û xeteke nû ya sînor ava bike, vî sînorî jî tevlî xaka Tirkiyeyê bike. Ev ne şerek e ku em dixwazin.
Eger dewleta Tirk nekeve nava Başûrê Kurdistanê şer li vir naqewime. Em jî tevgereke Kurdistanî ne û li ku derê bi ser me ve bê, em ê li dijî dewleta Tirk a dagirker şer bikin. Bi propagandayên nepixandî û xeyalî wê ti carî nikaribin gerîla biqedînin. Eger bi ya wan bûya wê gerîla sala 2017'an biqediya. PKK û gerîla li Bakur-Başûrê Kurdistanê û her devera pêwîst heye. Ji her demê bêhtir hîn bi xurtî şer dike. Û yê bi ser bikeve wê teqez gerîla be. Yê têk biçe jî wê dewleta Tirk be."

ANF/ BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.