Sereqet topbaran dike

Çarşem 27 Tîrmeh 2022 - 22:30

  • Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di Ji yekşemê heta sêşemê 31 gundên bakurê rojavayê kantona Hesekê topbaran kirin. 

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di Ji yekşemê heta sêşemê 31 gundên bakurê rojavayê kantona Hesekê topbaran kirin. Di van êrişan de cihên niştecihan, navendên giştî û derdora baregeha Rûysayê bi 458 guleyên obusan hatin topbarankirin. Di encamê de 9 welatî birîndar bûn. Her wiha leşkerekî hêzên hikûmeta Şamê mir û 3 şervanên Meclisa Parastina Xabûr a Asûrî birîndar bûn. Heman demê ziyanên mezin gihiştin mal û milkên welatiyan.

23’ê Tîrmehê, hêzên dagirker gundên Um El-Kêf, Ebûş û Dirdar yên dikevin rojava û bakurê navenda navçeya Til Temirê bi 119 guleyên obus, tank û hawanan kirin hedef.

Di êrişa li ser gundê Um El-Kêf de 3 şervanên Meclisa Parastina Xabûr a Asûrî birşndar bûn. Her wiha xetên 66 K. F û 20 K. F yên ku kehrebeyê didin stasyona navçeya Til Temirê hatin hedefgirtin. Di encamê de stasyon ji xizmetê derket û ziyanên mezin gihiştin milkên welatiyan.

24’ê Tîrmehê, artêşa Tirk û çeteyên wê yên dagirkir gundên Til Şenan, Micbîra yê stratejîk ê li ser rêya M4 ya di navbera Til Temir û Qamişlo de topbaran kirin.

Her wiha gundên Dirdra, Ebûş, Şêx Elî, Qibûr Qeraçîna û derdora baregeha Rûsya ya li aliyê bakurê navenda navçeyê ya li ser rêya Zirganê, gundên Um El-Kêf, Til Cuma û Mezraya di navbera navenda navçeyê û tuned Til Cuma yê asuriyan de dan ber topan.

Heman demê gundên Til Kêfçî yê asûriyan, depoya genim a li gundê Um El-Kêf, Til Tewîl ê asuriyan, Tewîla, Siker, El-Ihêmir, Deşîşa, Exîbiş û Qesir Tûma Yelda yên dikevn rojavayê navenda navçeya Til Temirê hatin topbarankirin.

Li navçeya Til Temirê jî hêzên dagirker navenda navçeyê, gundê Dada Ebdal, Merzî, Til Hermel, Esediyê û Til Emîr ji êrişan nefilitîn.

Artêşa Tirk a dagirker di 24’ê Tîrmehê de gundên Til Temir û Zirganê bi 173 guleyên obîsên giran, hawan û tankan topbaran kirin. Di encamê de bi dehan malên welatiyan hilweşiyan, her wih ziyanên mezin gihiştin milk û sewalên wan.

Di topbarana li ser Til Temirê de welatiyê bi navê Hisên Îbrahîm Ebûş şehîd bû, 5 welatî di nav de du jin jî birîndar bûn. Navê birîndaran wiha ne; Fayîz Mehmûd El-Xidêr, Ferhan Elo Xelo, Wedha Bû Omer, Raciha Yasîn Minîtî. Navê birîndarê din nehat zanîn.

Di encamên êrişa li ser navçeya Zirganê de 4 welatî birîndar bûn; Mûeyed Ebdullah û kurên wîMihemed û Teysîr Mûeyed Ebdullah ji gundê Merzê ne. Di êrişa li ser ketina navçeyê ya başûr de welatiyê bi navê Mihemed Qasim birîndar bû.

Her wiha leşkerekî hêzên hikumeta Şamê di êrişa li ser gundê Esediyê yê bakurê rojavayê navçeyê de jiyana xwe ji dest da.

25’ê Tîrmehê, hêzên dagirker ji saetên destpêkê yên sibeha ve careke dikin êrişî gundên Til Temir û Zirganê kirin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Tewîla û Til Tewîl ên rojavayê navend navçeya Til Temirê, gundên Esediyê, Gozeliyê, Xedrawî, Til Werd, Xirbe Şeyîr, Til Hermel, Dada Ebdal û Sefa  bi 166 guleyên moşekan  kirin armanc. Her wiha bi çeka doşka ya navîn gundên Bisês û Niwêhat topbaran kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.