• Peykerekî şêran ê dîrokî li navçeya Şêran a li Bakurê Kobanê hat vegerandin.

Peykerekî şêran ê dîrokî ku hikûmeta Şamê veguhestibû bajarê Reqayê, li navçeya Şêran a li Bakurê Kobanê hat vegerandin.
Navçeya Şêran cihekî dîrokî ye. Li gorî belgeyên dîrokî, gelek şaristanî li vê herêmê peyda bûne. Ya herî girîng, şaristaniya di nîvê yekê yê hezarsala yekemîn a beriya zayînê de ye. Yanî dema ku Aramî û Asûriyan herêm bi rê ve dibir.
Navê wê yê berê ‘Hidato’ bûye. Niha bi navê ‘Şêran’ tê naskirin, ji ber ku peykerên şêran ku ji kevirê bazaltî hatine çêkirin, tê de gelek bûn.
Li navçeyê beriya çendekê tabloyên dîrokî yên ji serdema Asûrê mayî, hatibûn dîtin. Beşeke mezin veguheztin Muzexaneya Stenbolê. Li gorî şêniyan, hikumeta Şamê di çarçoveya siyaseta tinekirina dîroka herêmê û nasnameya wê ya şaristanî û çandî de, beriya 37 salan 2 peykerên şêran veguhestin bajarê Reqayê.
Lê piştî ew qas sal, şêrek ji wan şêran li navçeyê hat vegerandin. Lê hin beşên wê hatine xirakirin.
Ebdulselam Hemsork ji Kobanê ye, û di karê vegerandina şêrî de çalak cihê xwe girtiye. Ew dibêje, ew hewl didin vî peykerî li cihê wî yê resen restore bikin da ku wî biparêzin: “Dîroka her du şêran vedigere zêdetirî 700 sal beriya zayînê. Dîroka her duyan vedigere Hîsiyan.”

ANHA/KOBANÊ