Serekî çeteyan hat birrîn

În 10 Hezîran 2022 - 21:33

  • QSD’ê li gundewarê başûrê Hesekê operasyoneke ewlehiyê pêk anî, di encamê de serçeteyê şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ku pere vediguhestin, didan çete û malbatên wan, hate kuştin. 

QSD’ê li gundewarê başûrê Hesekê operasyoneke ewlehiyê pêk anî, di encamê de serçeteyê şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ku pere vediguhestin, didan çete û malbatên wan, hate kuştin. 

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî got, "Vî serçeteyî pere vediguhestin, li şaneyên rêxistinê û malbatên wan belav dikirin. Propogandaya peyamên rêxistinê dikir, tev li pîlanên êrişan ên li dijî saziyên xizmetguzarî, leşkerî û ewlehiyê dibû.

Hêzên me yên serdegirtinê, dan pey hedefa xwe. Lê ew ji mal reviya. Hêzên me bang lê kir da ku teslîm bibe. Lê wî gule reşandin, bi wê re hêzên QSD’ê û Koalîsyona Navneteweyî ketin nava tevgerê. Piştî avêtina guleyan sekinî û dever hate keşfkirin, diyar bû serçete hatiye kuştin.

Çeka di destê wî de hate desteserkirin, her wiha belgeyên wî jî hatin desteserkirin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.