Piştî kampa Hevgirtina Rheinmetall Entwaffnenê ya li bajarê Elmanyayê Kasselê, şopeke çalakiyên wê li ser hîmê peykerekî man. Rheinmetall yek ji mezintirîn fabrîkeyên hilberîna sîlehan a Elmanyayê ye û tankên dewleta Tirk jî wê çêkirine.
Bi boneya 1´ê Îlonê ku hevgirtin weke roja diberiya şer bi nav dike, beriya 1´ê Îlonê û piştî wê gelek çalakî kirin. Wan lewheyeke bibîranînê li ser hîmê li ber şaredariya bajêr ve kiribû. Ev lewheya hanê bi sernivîsa “Ji bo fîrariyê şer ê nenas” bû û şaredariya Kasselê ew zûzûka ji cihê pê ve, rakir.
Lê li ser lewheyê nivîsa sor a “Krieg dem Krieg” (şerê şerî bike) ma.
KASSEL