Ji fermandarên pêşmergeyan Wahap Sertîp destnîşan kir, ku ti hincet ji bo şerekî navxweyî nîne û diyar kir, yên dixwazin vî şerî bikin, xiyanetê li Kurdan dikin.
Wahap Sertîp diyar kir ku wê li ber şerekî nava Kurdan rabe û pêşniyar kir ku eniyek li dijî şer bê avakirin û bi vî rengî şerê navxweyî bê heramkirin.
Ji Fermandariya Pêşmergeyan a YNK'ê Wahap Sertîp anî ziman ku êrişên dijmin û şerê navxweyî Kurd di vî halî de hiştine û got, "Baban, Erdelan, Botan, Behdînan û gelek mîrîtiyên Kurd bi şerê navxweyî hilweşiyan. Bi taybetî li Babanê bi şerê çend birayan hilweşiya. Di salên 1960'î de hîn em zarok bûn, di şerê navxweyî yê bi navê Celalî-Melayî de bi sedan zarokên Kurd şehîd bûn. Li parçeyên din jî di şerê navxweyî de heman rewş hebû."
Sertîp destnîşan kir ku armanca Tirkiyeyê ne tenê tunekirina PKK'ê ye û got, "Dema ku dijminatî li tevgerên Kurd dikir, dema ku dixwest mîrîtiyên Kurd tune bike, hingî PKK tune bû. Bi hinceta PKK'ê dixwaze destketiyên Kurdan hemûyan tasfiye bike.
Plan û bernameya Erdogan û dewleta Tirk a li dijî Kurdan eşkere ye, ev yek jî înkarkirina Kurdan e. Saddam Huseyîn bi xwe ti carî Kurd înkar nekir. Erdogan û MHP bi rengekî eşkere dijminatiyê li Kurdan dikin. Ji bo mirov vê yekê nebîne divê mirov kor be. PKK xwedî hêza çekdar e, baş e çi yê HDP'ê ye ku ewqasî zextê lê dike, parlamenteran, hevşaredaran, rêveberên wê digire? Çi yê Selahattîn Demîrtaş hebû ku hatiye girtin, bi salan e girtî ye. Ji bilî têkoşîna demokrasiyê çi kir?
PKK hêzeke şoreşger e
Hin kes pirs dikin ka çima PKK li Başûr e? Baş e, bila PKK bi ku ve biçe? Ma ne tevgereke Kurd e? Ma ew der ne Kurdistan e? Em çima çûn Îranê û Rojhilat? Hîn jî li ser sînorê Rojhilat li cihê ku em lê bûn malên me hene. Em hêzeke şoreşger bûn. Li dijî Saddam û Baasê me şer dikir. Bi çekên giran û artêşê bi ser me ve dihat. Me xwe li wir vedikişand. PKK jî hêzeke şoreşger e û li dijî dewleta Tirk têdikoşe. Tirkiye bi hemû derfetên xwe êriş dike, ew jî xwe vedikişîne cihê ku karibe xwe lê biparêze. Wekî din wê bi ku ve biçe?"
Divê şerê navxweyî bê heramkirin
Sertîp bang li YNK, Goran, partiyên Îslamî, partiyên komunîst-sosyalîst, rêxistin, kesayet û gel kir ku li dijî şer eniyekê ava bikin, karekî bikin ku şerê nava Kurdan heram bike û got, "Gel vî şerî qebûl nake. Şerekî ku gel qebûl nake bi destê gel dikare bê rawestandin. Divê partiyên din jî bi gel re tevbigerin û vî şerî rawestînin. Divê şerê navbera Kurdan bê heramkirin."
NAVENDA NÛÇEYAN