Ev dînazorê bi navê pterosaur bi bask e. Baskekî çermîn. Lê dibe ku wî tercîh kiribe ji firrînê bêhtir bimeşe.
Stûkureke wî ya dirêj, nikilekî wî yê pirrî mezin heye. Gava ku li gorî fosîla hatiye dîtin, ji nû ve darê vî dînazorê kevin hatiye danîn resmekî wiha derketiye holê. Navê lê hatiye kirin Tupandactylus navigans e. Şiklekî pterosauran e ku li ser serê wî bilbilîkeke ecêb mezin heye. Ji ber ku serê wê û ev bilbilîk mezin in, zanyar difikirin ku ev cûreyê dînazorên bi bask, bi zorê karîbe firriyabe.
Ev cûre sala 2013´an di serdegirtina li Bendera Santosê ya Brazîlyayê de hatibû girtin tevê qederê 30 parçeyên fosîlan ên din. Ew texmînî ji beriya 145 milyon salan heta bi beriya 100 milyon salî hebûne.
Ev fosîla ku sala 2013´an hat girtin, yê herî temam ê Tupandactylus navigansan e ku heta îro hatiye dîtin.
NAVENDA NÛÇEYAN