• Feleknas Uca şerê dewleta Tirk ê li dijî HDPʼê weke şerekî giştî bi nav kir û got, ev şer li dijî Kurdan, pergala neteweya demokratîk û fikrên Rêber Abdullah Ocalan in. 

Dewleta Tirk a dagirker, piştî ku li Garê bi bin ket, berê xwe daye Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) û êrişên xwe li ser partiyê zêdetir û dijwartir kir. Dewleta Tirk, zêdetirî 700 hevserok, cîgir û alîgirên HDP'ê girtin.

Der barê van êrişan û armancên wan de ajansa ANHAʼyê bi Feleknas Uca re peyivî.

Feleknas Uca jî di hevpeyvînê de êrişên li ser HDPʼê weke êrişên mezin destnîşan kir û got: "Êrişên mezin li ser gelê Kurd bi taybet li Bakur hene. Hevserokên şaredariyan ên hatine hilbijartin bi rayedarên din re hatin guhertin û bajarên Bakurê Kurdistanê hatin wêrankirin. Piştî pêvajoya aştiyê ya 2012-2015`an û piştre sala 2016`an serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan got; pêvajoya aştiyê nîne û ji wê demê û pê ve êrişên berfireh ne tenê li dijî hevserok, parlamenter û hevserokên şaredariyên me, lê belê li dijî alîgiran, rewşenbîr û parêzvanên demokrasiyê dest pê kir. AKP û MHP'ê li hev kirin û hebûna xwe ya li ser şer ava kirin. Bi rêya wê lihevkirinê faşîstên neteweperest destek dikin. Ji ber ku siyaseta wan bi bin ket, heta alîgirên wê jî ji wan dûr ketin û bi tenê man. Endamên partiyên wan ji wan qut bûn û partiyên din ava kirin.”

Desthilat weke vîrusekê ye

Feleknas destnîşan kir ku dijminahiyeke mezin ne tenê bi Kurdan re, lê belê bi tevahiya gelan re heye û got: “Ev desthilat bûye mîna vîrûseke ku li welêt belav bûye. Tu têkiliyên wê bi cîranên wê re nînin. Dewleta Tirk bi hemû welatên cîran re di nava şer de ye. Bi Lîbya, Qibris, Ermenistan û Qerebaxê re, bi hemûyan re polîtîkayên dijminatî û dagirkeriyê dimeşîne."

Feleknaz pêvajoya ku niha Tirkiyê tê re derbas dibe, şiband pêvajoya ku Elmanya di serdema Adolf Hitler de piştî Şerê Cîhanê yê Diduyan tê re derbas bûye, û got: “Şerekî derûnî û propagandayê ji bo Hîtler hat kirin. Îro jî li Tirkiyê heman tişt tê kirin. Di medyayê de jî şerekî derûnî heye. Piştî têkçûna li Garê, hewl didin xwe rast nîşan bidin (xwe mafdar derxin) û guneh bixin stûyê HDP'ê."

Kurdan gişan dike armanc

Parlamentera HDP’ê Feleknasê piştî têkiliyên dewleta Tirk bi çeteyan re û hewldanên wê demografîguhertinê li Efrînê û kula ser dilê wê Kobanê bi bîr xist behsa dijmatiya dewleta Tirk ji Kurdan re kir bi taybet Kurdên ku xwe dispêrên sîstema neteweya demokratîk û got: "Dewleta Tirk ne tenê Bakur û Rojava dike hedef. Herêmên Başûr bi taybet ên stratejîk dagir kiriye. Zêdetirî 30 nuqteyên leşkerî hene û ev yek ji ber hikumeta Başûr derfetê dide wan û bê deng e. Dengên ku ji Başûr derdikevin zerarê didin yekitiya kurdî. Bi tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, dagirkirin û guhertina demografî sîstema demokratîk li Kurdistanê dikin hedef. Netewa demokratîk hêviya jiyana hevbeş li Rojava ye."

Li her deverê berxwedan

Parlamentera HDP`ê Feleknas Uca diyar kir ku wê li dijî êrişên li hemû qadan, di girtîgehan hemûyan û li her deverê de li ber xwe bidin û îşaret bi girîngiya yekitiya kurdî kir û got: "Em berpirsên berxwedana Kobanê, Helebçe, Enfal, Sûr û Nisêbînê ne. Astengkirina her partiyekê ji xebatên yekitiyê xiyanet e. Em nikarin ji bo partiyekê li parçeyekî Kurdistanê destkefiyên Kurdan bixin xetereyê."

NAVENDA NÛÇEYAN