- Mûrat Karayilan li ser çekdarşandina PDKʼê ber bi herêmên gerîla ve got; “Em ti carî şerekî nava Kurdan naxwazin. Em alîgirê wê yekê ne ku pirsgirêk hemû bi diyalogê bên çareserkirin.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bi wesîleya salvegera 42’an a damezrandina PKK’ê tevlî ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV bû.
Karayilan salvegera 42’an a damezrandina PKK’ê li Rêber Apo, gelê Kurdistanê, dostan, hevrê, xebatkar û sempatîzanan pîroz kir û got, ”Dîroka PKK’ê dîroka lehengiyê ye. Ev lehengî bi ked û berxwedana şehîdan pêk hat. Bi xwîna berxwedana destanî ya dîrokî ya şehîdan hate nivîsandin. Di vê çarçoveyê de ji şehîdê destpêkê yê partiya me hevrê Hakî Karer heta Sara, Delal Amed, Zekî Şengalî, Diyar Xerîb (Helmet), Kasim Engîn, Egîd Civyan û Yilmaz Dersiman şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîr tînim, bejna xwe bi rêzdarî li ber bîranîna wan ditewînim. Soza ku me daye wan dubare dikim. Em ê di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de xwedî li bîranîna wan derkevim.”
Em şerekî nava Kurdan naxwazin
Karayilan dûr û dirêj qala rola PKKʼê di destketiyên gelê Kurd de rol û bandora wê ya di çêbûna nasnameya kurdî de kir û got, Beriya her tiştî hebûna Kurdan misoger kiriye. Karayilan di vê çarçoveyê de sewqiyata leşkerî ya PDK’ê ber bi qadên gerîla ve şirove kir û got: “Em ti carî şerekî nava Kurdan naxwazin. Em alîgirê wê yekê ne ku pirsgirêk hemû bi diyalogê bên çareserkirin. Fikra me wiha ye û em di vê fikra xwe de israr dikin. Ji ber ku em zanin ku di vê dema dîrokî de rûdana şerekî navxweyî wê ji aliyê stratejîk ve gelê Kurd gelekî bixisirîne. Destketiyên hatine bidestxistin wê bikevin metirsiyê. Niha nîqaş li ser wê yekê tê kirin ku divê li herêmê cihê Kurdan çi be. Jixwe dewleta Tirk û gelek hêz dibêjin, ‘Kurd eşîr in, mafê wan nîne ku bibin milet û dewlet’. Eger şerekî navxweyî rû bide, wê vê fikra dewleta Tirk ispat bike; wê îmajeke bi vî rengî rû bide. Fêyda vê yekê wê li kesî nebe. Lewma em li dijî vê ne. Naxwe em her roj li dijî dewleta Tirk şer dikin ku xwe ewqasî xurt dibîne. Di vir de ya girîng ew e ku weke siyaseta Kurd, pirsgirêkên me çi dibin bila bibin, em karibin pirsgirêkên xwe li gorî berjewendiyên neteweyî çareser bikin. Her kes bi vî rengî dike; em jî divê bi vî rengî bikin. Yanî divê em bi rêbaza leşkerî zextê li hev nekin, gefê li hev nexwin. Bi vî rengî nabe; nabe ku Kurdek li Kurdekî vê bike. Tiştekî rast nîne ku bi rengê leşkerî li ber hev rabin. Em zanin ku rûdana şerekî navxweyî projeyeke dewleta Tirk e. Ew dixwazin ev bibe û ji bo vê jî gelekî hewl didin.
Em guh didin gel
Karayilan got, ”Bi taybetî gelê me yê Başûrê Kurdistanê ji her kesî bêhtir zerar ji şerê navxweyî dîtiye û ev bi sera de hatiye. Ji ber vê yekê helwesta civaka li Başûrê Kurdistanê ya li dijî şerê nava Kurdan zêdetir e. Civak alîgirê yekîtiya neteweyî ye. Ev jî bi rastî baweriyê dide mirovan. Di vê çarçoveyê de gelê me yê Başûrê Kurdistanê silav dikim; nêzîkatiya wan bi rêzdarî pêşwazî dikim. Sekna wan û peyamên wan ji bo me ya esasî ye. Weke rêxistin jî, weke şexs jî ti helwesteke me ya cudatir nîne. Îro gelê me giraniyê dide ser kîjan mijaran em jî bi rêzdarî nêzî wan dibin û di vê mijarê de ya pêwîst çi be em hewl didin bi vî rengî tevbigerin. Sekna me bi vî rengî ye. Lê belê di mijara yekîtiya neteweyî de divê her kes hewl bide.”
Rejîm li ber hilweşînê ye
Karayilan destnîşan kir ku şerê wan ê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê gihîştiye asteke girîng û got, ”Me berdêl dan, em didin, lê belê ev rejîma ku 18 sal in li dijî me şer dike, bi taybetî 6 salên dawî bi her rê û rêbazan tevdigere, hatiye ber têkçûnê. Li hemberî me nekarî bi ser bikeve, krîza li nava sîstemê kûr bû û niha gelekî lawaz bûne. Ji aliyê aborî, leşkerî, siyasî û civakî ve krîz giran bûye. Bi taybetî van 3-4 rojên dawî Tayyîp Erdogan û hin kesên li derdora wî qala reforman, mafê mirovan dikin. 18 sal in hûn li desthilatdariyê ne. Sixêf li nirxên Ewrûpayê dikirin, lê niha dibêjin ‘cihê me, berê me li Ewrûpayê ye’.
Tê fêhmkirin ku van heta niha xwe dispartin Trûmp. Trûmp jî di hilbijartinên Serokatiyê yên DYE’yê de têk çû. Ew jî lawaz bûne. Kesekî xwe bispêre nîne. Lewma ketine nava panîkê, yanî tirsiyan e. Tiştên ku heta niha digotin di nava 3-4 rojan de hemû guhertine. Bêguman sextekariyê dikin. Ev yek têkçûna wan e. Ji Ewrûpa û rêveberiya Bîden re dibêjin ‘em ê teslîmî we bibin’. Yanî ala têkçûnê hildane. Ji civakê re jî dibêjin ‘em ê reformê bikin’. Ev siyaseta qirkirinê bi berxwedanê, bi têkoşînê xitimî.”
NAVENDA NÛÇEYAN