Şerê Îranê li dijî mamosteyan
În 17 Hezîran 2022 - 22:36
- Selah Hacîmîrzayî Endamê Heyeta Birêveberiyê ya Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistanê-Sine û Kelaterzan e. Hêzên dewleta Îranê ew kirin nezaretê.
Selah Hacîmîrzayî Endamê Heyeta Birêveberiyê ya Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistanê-Sine û Kelaterzan e. Hêzên dewleta Îranê ew kirin nezaretê.
Hêzên Îranê Pêncşemê (16´ê Hezîranê) Selah Hacîmîrzayî kirin nezaretê û ew birin devereke nehate eşkerekirin.
Mamosteyên bajarê Sineyê guh nedan hêzên rejîmê (çi polês û çi pasdar) li bajarê Sineyê, û ji ber binpêkirina mafên xwe wan li ber deriyê îdareya Perwerde û Hînkariyê ya Sine bi xwepêşandanekeê nerazîbpna xwe nîşan da.
Hêzên Îranê heta niha 18 endamên Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan-Seqiz û Zîwiye kirine nezaretê.
Çarşema bihurî (15´ê Hezîranê) jî hêzên dewleta Îranê 5 endamên Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan-Dîwandere, kiribûn nezaretê.
SINE