• Ferîde Alkan:’’Ji 15’ê Tebaxê 1984’an û vir ve PKK li dijî dewleta Tirk a dagirker ku piştgiriyê ji NATO’yê werdigre, bê navber şer dike. Kurd hebûna xwe bi tenê dikarin bi şerê gel ê şoreşgerî biparêzin.’’

Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Ferîde Alkan Pêngava 15'ê Tebaxê û têkoşîna 50 salan a PKK'ê ji ANF'ê re nirxand. Nirxandina Ferîde Alkan bi vî rengî ye:

’’Em dikarin bêjin ku di rastiyê de bi şêwazên cuda jî be du sed sal in li Kurdistanê li dijî dagirkeran şerê gel heye. Encex ev pêvajoya ku ev yek bê navber hatî domandin û li ser esasê stratejiya şerê gel bi plan û rêxistinî hatî meşandin, pêvajoya 50 salan a bi pêşengiya Rêber Apo ye. Divê em bi girîngî destnîşan bikin ku di salên 70’an de ku Rêbertiya me têkoşîn da destpêkirin, li Bakurê Kurdistanê ya di bin dagirkerî û mêtingeriya Tirk de li ser navê Kurdîtiyê ti tişt nemabû û pêvajoyek wisan bû ku Kurdîtî weke bela serê mirov dihat qebûlkirin û hema bibêje hindik mabû qirkirina çandî encam werbigire. Her kes ji Kurdbûnê direviyan û li ser vî bingehî Tirkbûn bi bandor bûbû. Bi rastî jî eger derketina Rêber Apo nebûya wê Kurdîtî tune bûba.  

PKK pêşengê şerê gel e

Mirov dikare bibêje ku kesayeta ji destpêkê ve bi têkoşîna PKK’ê ya bi pêşengiya Rêber Apo şêwe girtî, kesayeta berxwedana gel-şerê gel e. Di şertên li Kurdistanê de helbet hewcedarî bi pêşengtiya gerîla heye û gelek giring e. Gerîla bi rolê xwe yê dîrokî ku heta bi niha lîstiye, wê ji niha û pê ve jî bilîze. Lê di serî de Vîetnam, Çîn, di mînakên şerê gel de ku bi têkoşînên heta bi gihîştine serkeftinê li dijî hêzên emperyalîst ên mezin hatine kirin, li welatê me Kurdistanê jî pêdivî bi feraseteke wiha heye ku berpirsyariya gel di pêkanîna şoreşê de bi qasî ya gerîla heye. Lewra gelên bindest encax bi şerê gel bikarin azad bibin, hêzên mêtinger têk bibin. Haya gelê me ji vê heye û şoreşa Rojava de tecrûbe kir ku bi şerê gel mirov çawa encamê digire. Ne bi tenê herêmên xwe xelas kirin, gelek herêmên Ereban jî ji dagirkeriya faşîzma DAÎŞ’ê rizgar kirin û teslîmê xwediyên wan ên esil kirin. Ango Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şerê gel hatin rizgarkirin. Xelkê me yê Şengalê jî bi zanebûn û stratejiya şerê gel ê bi şoreşgerî li avakirina civakî û parastina xwe dewam dike. 

Divê ciwan bê helwest nebin

Ciwanên gelê me divê li her derê xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeran şênber bikin û li der derê bibin çalakger. Ev helwest ji protestoyekê ta bi cezakirina dagirker û xayînan e. Ya giring ew e ku mirov dagirker û xayînan li her derê ji xwe re bike armanc û xwe li ber wan bê helwest neke. Lê ku mirov neke û bibêje ‘’jixwe gerîla bi artêşa dagirker re şer dikin. Kengî artêşa dagirker têk biçe û karbidestên dewleta faşîst jî qebûl bikin ku têk çûne, wê welatê me azad bibe’’ ango li vî şerî bi çavê şerê gerîla û artêşa dagirker bê nihêrtin, wê hingê dewleta faşîst a qirker jî bi rêbazên şerê taybet weke ‘’pirsgirêka terorê’’ li ser bisekine û wisa nîşanê dinyayê bide. Ew ê gel û gerîla ji hev biqetîne û bi piştgiriya NATO’yê berê xwe bide herêmên gerîla û bi vî awayî şerê gerîla veguhere şerê berxwedanê yê li dijî artêşa dewleta dagirker. Gerîlayên azadiya Kurdistanê çil sal in li dijî artêşa bi piştgiriya NATO’yê bênavber şer dike û di nav van çil salan de artêşa dagirker têk biriye, hemû planên wê pûç kirine. Ne ji piştgiriya NATO’yê, PDK û pêkhateyên xayîn ên li Bakurê Kurdistanê bûya, artêşa Tirk a faşîst wê ji zû ve li ber gerîla bi temamî têk biçûya. 

Em bi şerê gel bersivê bidin

Dewleta Tirk a qirker û faşîst bi hemû hêza xwe ya dewletê, di her warî de bi me gel re şer dike.  Nexwe divê em jî li ser esasê şerê gel ê bi şoreşgerî bi tevahî bersiv bidin. Şervan ne bi tenê ew kes e ku li serê çiyayan çek di dest de ye. Her kes e ku ji bo rizgariya welatê xwe yê dagirkirî û gelê xwe yê bindestkirî bi erka xwe ya welatparêziyê bi awayekê çalak tev bigere, hay ji vê hebe û li wê gorê di her warî de li dijî dagirkeran bibe xwedî helwest, rê nede dagirker û hevkaran. Ew kes e ku çarenûsa xwe bi ya gel re dike yek û tiştê ji dest were texsîr nake. Em bang li her kesî dikin ku bi awayekê çalak tev li şerê gel ê bi şoreşgerî bibe. Û em herî dawî dibêjin ku wê serkeftin bibe ya gelê me ku li ser esasê şerê gel ê bi şoreşgerî têdikoşe. Dibêjin serkeftin ji wan kesan re ku ye bi vê baweriyê dijîn."

NAVENDA NÛÇEYAN