Şerê 4 salan li dijî asîmîlasyonê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 24 Tebax 2022 - 21:03

  • Hevseroka ARÎ-DER'ê Elîf Kivircik, dibêje, li dijî polîtîkayên bişaftinê yên li ser zimanê Kurdî, komele xebatên cûr bi cûr dimeşîne û bang dike ji bo xwedîderketina li ziman. 

ROJDA AYDIN / JINNEWS / ÊLIH 

Hevseroka ARÎ-DER'ê Elîf Kivircik, dibêje, li dijî polîtîkayên bişaftinê yên li ser zimanê Kurdî, komele xebatên cûr bi cûr dimeşîne û bang dike ji bo xwedîderketina li ziman. 

Li dijî bişaftin û tinekirina Kurdî, tevî ku dewleta Tirk çend sazî û dezgehên ziman girtin jî, bi rêbazên cur bi cur li Bakurê Kurdistanê xebat dewam dikin. Yek ji saziyên ku vê têkoşînê dike, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî (ARÎ-DER) ya li Êlihê ye. Komele sala 2018’an hat damezirandin û heta îro jî xebatên xwe didomîne. Hevseroka wê Elîf Kivircik dibêje, “Di vê rewşa hêstiyar de em bang li Gelê Kurd dikin, li hemberî astengî û qedexekirina xebatên bi Kurdî xwedî helwêst bin. Divê kesayet, partî û rêxistên civakî yên sivîl bi erka xwe rabin, xwedî li ziman derkevin. Helwêsta me ya hevbeş û bexwedana me dê van qedexeyan û astengiyan pûç bikin. Hêza me heye.”
 
Xwe li kurdî ranagirin

Elîf Kivircik êîşaret bi wê yekê dike ku desthilat bi sala ne li ser zimanê Kurdî polîtîkayên bişaftinê dimeşîne û wiha dewam dike: “Li ser zimanê Kurdî her tim êriş û bişaftin heye. Ji sala 2016’an ve komeleyên me yên ziman hemû hatin girtin. Tabeleyên bi Kurdî hemû rakirin û guhertin. Xweranegirtineke mezin li dijî zimanê Kurdî heye. Dixwazin zimanê me ji holê rakin. Lê em ê heta dawiyê xwedî li zimanê xwe derkevin. Ji ber ku ziman, hebûn û nasnameya mirovan e.”

Elîf Kivircik dide zanîn ku di çarçoveya têkoşîna li dihjî saîmîlasyonê de Komeleya Arî xebatên cûr bi cûr dimeşîne: "Em wek komele xebatên cûr bi cûr dikin. Kargehên me yên ziman her serdemê dewam dikin. Gelek bernameyên ziman hatin lidarxistin. Bernameyên wek panel, sempozyûm, şahî û pêşbirk hatin lidarxist. Her wiha ne tenê li avahiya komeleyê li parkan jî me xebatên ziman meşandin. Kursên ziman ên her hefte jî didomin."

Êlihî bi qedrê Kurdî dizanin

Elîf Kivircik dibêje Êlihê bi qedrê zimanê Kurdî dizanin: "Êlihî elaqeyeke mezin nîşanî Kurdî didin. Bi vekirina vê komeleyê re Êlihî gelekî bextewar bûn. Ji ber ku gelek saziyên me yên ziman hatin girtin. Kargehên me yên ziman her didomin û timî jî miracaet hene. Her wiha em ê Îlonê ji bo gihandina mamosteyan kargehekê vekin.

Kargehên li ser çand û wêjeyê jî wê hebin. Meha bihurî 96 xwendekar ji kursên komeleyê mezûn bûn. Niha jî 40 şagirt û 14 mamosteyên me hene."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.