Serdozgerê qedexekirina HDP'ê

În 11 Hezîran 2021 - 03:19

Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind a dewleta Tirk Bekîr Şahîn ji bo girtina HDP’ê cara duyemîn îdîaname amade kir. Wî got, ji bo 451 kesan qedexeya siyasî dixwaze û îdîanameya wî ji 843 rûpelan pêk tê.

Serdozger Bekîr Şahîn, ji bo ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bê girtin ev cara duyemîn e ku îdîaname amade kir. Dozger Şahîn ê beşdarî konferanseke navneteweyî ya li Antalyayê bû, paşê bersiv da pirsên rojnamevanan.

Şahîn, destnîşan kir ku wî di îdianameyê de, xwestiye hesabê bankê yê partiyê bê kontrolkirin û biryara qedexeya siyasî ji bo 451 kesan bê dayîn. Şahîn, di dewama axaftina xwe de got: “Me îdîanameya derbarê HDP’ê de amade kir û şand Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk (AYM). Ji vir û şûn ve wê AYM biryarê bide. Heta 15 rojan dema lêkolînkirinê heye.”

Şahîn, darbarê îdîanameyê de got, “Çi ji destê me hat, me kir. Me hemû delîl, biryar, dosye, CD, axaftinên rêveberên HDP’ê di dosyayê de, weke delîl pêşkêş kirin. Îdîaname ji 843 rûpelan pêk tê. Ji bo 451 kesan qedexeya siyasî tê xwestin. Di heman demê de, me di îdîanameyê de xwest ku tedbîr ji bo hesabên bankayê yên partiyê bên danîn.”

Doh parêzerên endamên Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê, ji bo ku mînakekê îdîanameyê bide wan, miracaetî Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind kiribû.  Parêzerên HDP’ê dan zanîn ku rayedarên serdozgeriyê ji wan re gotiye, ji ber fermana serdozger, ew nikarin îdîanameyê bidin wan.  

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.