Serdêrên Girê Mirazan gelek in

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 19 Çile 2022 - 22:03

  • Girê Mirazan ê li Xirabreşka li Rihayê, yek ji cihên despêka mirovahiyê ye.

Girê Mirazan ê li Xirabreşka li Rihayê, yek ji cihên despêka mirovahiyê ye. Par kesên ku çûn serdana vê devera destpêka civaka şên a mirovahiyê, bi hejmara xwe rekor şikandine. Perestgeha li Girê mirazan weke yekê ji yekem perestgehên mirovahiyê tê zanîn; (yên din jî li derdora wê ne). 

UNESCO’yê ev perestgeh weke mîrateyeke cîhanê diyar kiriye. Par (2021) 567 hezar 453 kes çûne serdana Girê Mirazan. Li gel ku her pênc mehên pêşî girtîbûye jî di mehên din de pirr zêde kes çûne vî cihê dîrokî. 

Di sala 2018’an de 70 hezar kes, di sala 2019’an de 412 hezar kes çûbûn ziyareta Girê Mirazan. Di sala 2020’an de ji ber pandemiyê pirraniya beşên wê hatibûn girtin. Ji ber vê yekê 197 hezar kes çûn Girê Mirazan. 

Di sala 2021’ê de li gel ku pênc mehên pêşî girtî jî bû, bi hejimara zêde ya serdêran, Girê Mirazan rekor şikand. Rêveberên lêkolînê û yên parastina mîrateyê dibêjin, di salên pêş de wê hejmara serdêrên zêdetir bibe.

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.