Serdarek û 3 leşker hatin kuştin

Şemî 7 Îlon 2024 - 03:06

HPG'ê diyar kir ku li Xakurkê di çalakiya 2'ê Îlonê de serdar Osman Ayan û 3 leşker hatin kuştin. Dewleta Tirk a dagirker îdîa kiribû ku serdar bi krîza dil miriye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

Li herêma Gever

2’yê Îlonê sîstemeke kameraya mobesse û enerjiya rokê ya ku dagirkeran li qada di navbera Gundê Tîsê û Gundê Kola ya girêdayî Şemzînanê bi cih kirî, hatin tinekirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Li herêma Xakurkê

2’yê Îlonê bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Hêmin hate xistin. Di vê çalakiya bi serketî hatî lidarxistin de, qasî ku hêzên me zelal kirî 4 dagirker ku leşkerên payebilind jî di nav de bûn, hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker daxuyanî da ku serdar Osman Ayan ê ku hatî piştrastkirin ku di vê çalakiyê de hat cezakirin, di encama krîza dil de miriye. Lê belê ev dagirker serdar Osman Ayan û 3 dagirkerên pê re, di çalakiya ji aliyê hêzên me ve hatine cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûne.

Li Herêma Metînayê

5’ê Îlonê bi çekên giran li dagirkerên ku dixwestin li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi cih bibin, hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin û piştî çalakiyê liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê

4’ê Îlonê bi çekên giran li dagirkerên ku dixwestin ber bi tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ve pêş de biçin, hate xistin. Piştî vê çalakiyê liv û tevgera dagirkeran rawestiya û dagirker neçar man ku qedemeyekî xwe paşde vekişînin.

5’ê Îlonê 3 caran bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin.

5’ê Îlonê bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

4’ê Îlonê bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.

4’ê Îlonê hêzên me yên YJA Starê mudaxileyî helîkoptera Skorsky a li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kirin.

5’ê Îlonê bi çekên nîv otomatîk mudaxileyî dagirkerên ku hewl didan li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi cih bibin, hate kirin. Piştî mudaxileya hêzên me, liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

5’ê Îlonê de 6 caran bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.

Sûcên şer ên artêşa Tirk

4’ê Îlonê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî, hatin bombebarankirin.

5’ê Îlonê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.

3, 4, 5 û 6’ê Îlonê qadên Lolan, Girê Rostê û Şehîd Şerîf ên herêma Xakurkê 8 caran, qada Deşta Kafya ya herêma Garê 3 caran, Qada Berxwedanê ya Serê Metîna ya herêma Metînayê carekê, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 3 caran, qadên Mêranê, Girê Sîser û Sêdarê yên herêma Garê 5 caran; bi giştî 20 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

3 û 5’ê Îlonê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê ya herêma Metîna 7 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.