• KNKʼê encamnameya civîna xwe ya 5’ê Kanûnê eşkere kir. KNK’ê got: “Çi dibe bila bibe, divê pirsgirêkên navxweyî, bi rêyên diyalogê bêne çareserkirin. Şerê navxweyî ji bo me xeta sor e. Divê ti hêz vê xeta sor derbaz nekin.”

Konseya Rêveber ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di 5’ê Kanûnê de, bi awayekî online civina xwe ya asayî pêkanî. Di civînê de li ser bûyer û rûdanên siyasî, rewşa Kurdistan û cîhanê, bi awayekî berfireh hate nirxandin. KNKʼê encamnameya civîna xwe eşkere kir.

Hin beşên di encamnameya KNK’ê de wiha ye:“Kurdistan, Rojhilata Navîn û bi giştî Cihan, ber bi guhertinan ve diçin. Li Rojhilata Navîn alozî, şer û qeyraneke mezin heye. Kurdistan jî weke welatên din di nava van alozî, şer û qeyranan re derbaz dibe. Heta mirov dikare bêje ku alozî, şer û qeyranên li Kurdistanê, ji yên gelek welatan zêdetir û girantirin. Ev rewş, hem metirsî hem jî derfetan bi xwe re tîne. Ji bo vê yekê di gavavêtinê de divê Kurd pir bi hesas û bi hesab tevbigerin.

Konferansa online berfireh bû

Di dawiya meha dehan de, bi hêz kêşana PDK’ê jibo deverên hêzên gerîla têde heyî, ku piştî wê alozî di navbera hêzên Kurdistanî de destpê kir, ev rewş bû rojeva sereke ya civînê. Ev tenê ne rojeva vê civînê bû, her weha ji wê rojê heta niha, rojeva sereke ya KNK’ê û ya hemî gelê Kurdistanê ye jî. KNK ji wê rojê heta niha, li ser vê mijarê bi awayekî hesas radiweste û karên diyalogê pêş dixe. Ji bo vê yekê heyet hate çêkirin, vê heyetê di serî de li Başûrê Kurdistanê bi hemî hêz û derdorên pêwîst re hevdîtin û civîn pêkanîn. Di heman demê de li parçeyên din yên Kurdistanê û li derveyî welat jî, karên diyalogê hatin meşandin. Herweha bi Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê (KPU) re, di vî warî de hevkarî hate kirin. Bi hevkariya KPU, bi awayekî online, di asta Kurdistanê de, konferansek berfireh hate çêkirin. Van xebat û vê konferansê, li seranserê Kurdistanê deng veda. Niha jî bi KPU re, di vî warî de hevkariya me didome. Heyeta KNK’ê, li ser xebatên xwe agahdarî dan civînê. Herweha hemî xebatên ji holê rakirina aloziyê û pêşxistina diyalogê, bi aweyekî berfireh hatin nirxandin. Biryar hate standin ku ji bo ji holê rakirina aloziyan û pêşxistina diyaloga navxweyî, ev xebat weke xebata sereke bête dîtin û ev xebat bê navber bête dewamkirin.

Şerê navxweyî xeta sor e

Em KNK, vê rewşa aloz weke xeteriyek mezin li ser destkeftiyên Kurdistanê dibînin. Ev alozî tenê xizmet ji dijminan re dike. Em weke gel û netewe di qonaxeke dîrokî re derbaz dibin. Di hemî deman de û teybetî di vê dema hesas de, çi dibe bila bibe, divê pirsgirêkên navxweyî, bi rêyên diyalogê bêne çareserkirin. Şerê navxweyî ji bo me xeta sor e. Divê ti hêz vê xeta sor derbaz nekin.

Em ê xebatên xwe yên diyalogê dewam bikin. Bi baweriya me, eger serok û rêveberên Kurdan bêne ba hev, ev pirsgirêk çareser dibin. Em bang li hemî serok û rêveberên Kurdan dikin ku kom bibin û pirsgirêkan bi rêyên diyalogê çareser bikin. Em KNK, em ê hewl bidin hemî serok û rêveberên Kurdan kom bikin û bînin ba hev.

Di vê xebata pêşxistina diyaloga navxweyî de, em ji ronakbîr, hunermend, akademîsyen, kesayet û ji hemî gelê Kurdistanê piştgirîyê dixwazin. Herweha di vî warî de roleke mezin dikeve li ser milê medyakar û dezgehên ragihandinê. Em ji hemî dezgehên ragihandinê û medyakarên Kurdistanê hêvî dikin ku destek û piştgirîyê bidin vê xebatê.”

NAVENDA NÛÇEYAN