Nivîskarê kitêba “Ayetên Şeytên” Salman Ruşdî piştî 9 mehan ji nû ve derket hemberî kamerayan û di galaya PEN’a Emerîkayê ya wêjeyê de axivî û got, “Ez xwe gelek baş hîs dikim.”
Salman Ruşdî sala par, li New Yorkê, di êrişekê de 15 cihên bedena wî hatibûn kêrkirin. Piştî êrişê wî çavekî xwe ji dest da û demeke dirêj li nexweşxaneyê derman bû da ku baş bibe.
Salman Ruşdî yê 75 salî li galaya PEN’a Emerîkayê ya wêjeyî bi hevjîna xwe Rachel Eliza Griffiths re derket pêşberî xelkê. Salman Ruşdî di galayê de axivî û got; “Ez xwe gelekî baş hîs dikim. Têkiliyeke min a dirêj bi PEN’a Emerîkî re heye. Pirr kêfxweş im ku careke din di nav nivîskar û pirtûkhezan de me. Divê şidet û teror bi me nikaribe û me netirsîne. Şer û berxwedan her dewam dike.”
PEN’a Emerîkayê xelateke taybet ku weke “Xelata Sedsaliya PEN’ê ya Wêrekiyê” tê zanîn, da Salman Ruşdî.
NEW YORK