• Hinek malbatên zarokên wan tevlî nav çeteyên Roj ên ser bi PDK'ê ve bûne, tevlî çalakiya malbatên Şehîdan a li deriyê Sêmalkayê bûn.

Hinek malbatên zarokên wan tevlî nav çeteyên Roj ên ser bi PDK'ê ve bûne, tevlî çalakiya malbatên Şehîdan a li deriyê Sêmalkayê bûn. Malbatan ji deriyê Sêmalkayê bang li PDK'ê kir da cenazeyên gerîlayan teslîmî malbatê wan bike û wan got, “Em qebûl nakin zarokên me li rex dagirkerên Tirk şer bikin.”

Malbatên zarokên wan ketine xefka hevkariya bi dewleta Tirk re ya ku PDK'ê bi navê çeteyên Roj amade kiriye, pêr çûn serdana çalakiya xwepêşandanê ya li deriyê Sêmalkayê. Ev çalakî bi rê ve diçe ji 5`ê Cotmehê ve ji bo wergirtina cenazeyên şehîd Tolhildan Raman û Serdem Cûdî û 3 şehîdên din ên di kemîna hêzên PDK`ê di 28 û 29`ê Tebaxa bihurî de li herêma Xelîfanê şehîd bûne.

Ji ber ku PDK cenazeyan teslîm nake, malbatên şehîdan ew 53 roj in konê xwe li Sêmalka vedane û nobetê digirin.

PDK'ê birayekî Zahir Şêxmûs kiriye xefka çeteyên Roj de, ew dibêje, “Em tev li çalakiyê bûn û em bang li serokê PDK`ê Mesûd Barzanî û aliyên fermî yên Herêma Kurdistanê dikin da ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin. Ev ne tenê daxwaza me ye, lê belê daxwaza her malbateke Kurd a welatparêz e.”

Ebdulbaqî Murad ji Tirbespiyê ye û PDK'ê birayekî wî jî xistiye xefka çeteyên Roj. ew jî dibêje, “Em hatin vir ji bo bibêjin, em naxwazin zarokên me li dijî birayê xwe şer bikin. Em naxwazin zarokên me li rex dewleta Tirk şerê gerîla bikin.”

Faris Silêman Selî ji Qamişloyê ye û ew bang li PDK'ê dike: “Gelo çima PDK`ê cenazeyên şehîdan heta niha radestî malbatan nake? Em dizanin ku zarokên me yên tev li pêşmergeyên Roj bûne, li rex dagirkeriya Tirk didin şerkirin. Ev şaştiyeke mezin e. Divê ji vê şaştiyê vegerin û qebûl nekin ku li rex dagirkeriya Tirk şerê birayê xwe bikin.”

ANHA/DÊRIK