Fermandariya Eyaleta Garê têkildarî şerê li herêmê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Fermandarî diyar dike ku gavê şer di kontrola wan de diqewime û got: "Êrişa dagirkeriyê ya li ser Garê ku di 10'ê Sibatê saet 03:00 şevê bi êrişa berfireh a bi helîkopter û balafirên şer dest pê kir, dewam dike. 10'ê Sibatê û di şeva 10-11'ê Sibatê de êrişên hewayî û liv û tevgera helîkopteran dewam kir.

Dewleta Tirk a dagirker bombardûmaneke giran li gelek deverên Garê kir. Di nava cihên hatin bombekirin de kampek jî heye ku êsîrên şer lê dihatin ragirtin. Agahiyên li ser encama bombardûmanê wê piştre bên dayîn.

Şerê giran ê li qada Siyanê hîn jî dewam dike. Di vî şerî de ku bi însiyatîfa hêzên me yên li herêmê dewam dike, gelek dagirker hatin cezakirin. Hêzên dagirker ragihandin, ku serpel û efserekî wan hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne. Lê belê hejmara dagirkerên hatine cezakirin zêde ye.”

Bi kêmanî 30 esker hatin kuştin 

Li gorî hin jêderên herêmê di şerê li Garê de bi kêmanî 30ʼî eskerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin. Li gorî jêderên gerîla jî bi kêmanî 9 esker hatine kuştin û gelek esker jî birîndar bûne. Çavkaniyên dewleta Tirk jî ragihandibûn ku Serpelê Piyade Komando Bûrak Coşkûn û Efser Çawişê bi Qidem Harûn Tûrhan hatine kuştin, 4 leşker jî birîndar bûne. Paşê ji birîndaran serpel Ertûg Guler jî mir.

BEHDÎNAN