Şer divê li dijî pergalê be

Pêncşem 25 Gulan 2023 - 15:10

Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku wan di 1’ê Adarê de konferansa xwe ya asayî ya 4’emîn li dar xistiye.

HPJ´ê li ser konferansê got, “Me konferansa xwe ya 4’an di dema xwe ya asayî de li dar xist. Di 1’ê Adarê de bi tevlîbûna hejmareke têrker a delegeyan konferansê dest pê kir û çar rojan dewam kir. Em vê konferansê li Rêber Apo, li şehîdên têkoşîna azadiyê û li jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê pîroz dikin. Di şexsê Jîna Amînî û Şilêr Resûlî de şehîdên şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ bi bîr tînin û konferansa xwe diyarî şehîdên serhildanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê dikin.

Jin xwedî îrade ne

Dema ku konferans dihat lidarxistin li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê bi pêşengiya jin û civakê, raperîn bi rê ve diçûn, lewma di konferansê de rewşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê, bi taybet jî şoreşa jinê bi diruşma ‛Jin jiyan azadî’ bi berfirehî hat nirxandin. Rêber Apo dibêje, ‛Sedsala 21’ê sedsala azadiya jinê ye!’ Di têkoşîna me ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de em dibînin ku jin di dema xwe ya herî xwedî îrade, herî zana û têgihîştî de ne û nakokiyên wan ên li hember pergala zilamsalar ji her demê bihêztir in. Li holê ye ku îro netewe dewlet di qeyranê de ye û hêza çareserî, guhertin û veguhertinê jî jin in. 

Îran di nava krîzeke kûr de ye

Pêvajoya desthilatiya rejîma Îranê ya 44 salan, rewşa civakê û ya jinan qeyranên herî kaotîk bû. Kuştin, tacîz, tecawiz, sêdare, zindanîkirin, zewaca temenê piçûk û di her warê jiyanê de bê statumayîn her tim dihat serê jinan. Li hember polîtkayên sîstema baviksalar, bi zanebûna felsefeya ‛Jin jiyan azadî’, bi rêxistinbûneke her alî jinan serî rakir û ev rewş heta îro jî dewam dike. Lê tevî daxwazên civakê yên demokrasî û azadiyê, rejîma Îranê di sîstema xwe ya dagirker û destpot de israr dike. Civakên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hay ji vê rastiyê hene. Jin di daxwazên xwe de jî, di serhildana xwe ya di asta şoreşê de jî gavê bi paş ve navêjin. 

Divê Îran guh bide jinan

Em wek HPJ, li hemberî van serhildanên azadî û demokrasiyê yên bi pêşengiya jinan, xwe berpirsyar dibînin, ji bo parastin û bipêşxistina xeta azadiya jinê, têkoşînê dmeşînin. Û em diyar dikin ku Îran heger guh nede jinan, wê li ser kokên xwe yên qedîm a çandî û dîrokî, karibe bi pergalê modernîteya demokratîk li ser koka çanda Arî xwe bi rêxistin bike û ji bo Rojhilata Navîn bibe modela jiyana nû. Weke HPJ´ê, îddîaya me ew e ku li her devera Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşmeya ‘Jin jiyan, azadî, ber bi Îraneke demokratîk û Kurdistaneke azad ve’ em ê têkoşîna xwe bidomînin û heta serfiraziyê em ê ranewestin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.