Şeqama xwe li rûyê dijmin bixin

Çarşem 6 Adar 2024 - 02:45

  • Zozan Çewlig diyar kir ku ji bo danîna hîmên xweparastinê yên têkoşîna jinê yên herêmî bi mîsyona pêşengiyê radibin û got: Em ê bi hêza Jin, jiyan, azadî dijmin biqedînin.

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlîg bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ANF'ê re axivî. Çewlig derbarê şerê taybet ê li Kurdistanê nirxandinên girîng kirin û wiha got:’’Şerê taybet rastiya civakî ya bi pêşengiya jina azad hedef digire û hewl dide civaka pêşketî ya bi pêşengiya jinê lewaz bike. Ji bo girêdana jinê ya bi welêt re lewaz bikin hewl didin jinê bikêşin nav jiyana modernîst û ji civakê qut bikin. Ji xwe encameke şer koçberiyên zêde ne. Jinên ciwan hedef digirin û li ser bingehê tiryakê, afirandina hestên sixte û lêgerîna jiyana sixte, fealiyeteke îstixbaratî dimeşîne. Bi xebata sîxurkirinê re jin û civakê hedef digire yan jî armanc dike ku jinê bîne rewşeke welê ku zirarê bide civakê. Hewl dide bi rêya sîxuriyê yekîtiya jinan ji hev bixe û bêbaweriyê pêş bixe. Sektora fûhûşê ku her tim weke rêbazeke şerê taybet di meriyetê de ye, bi rêya şantajê hewl tê dayîn jin teşwîqî vê qadê bikin û ji bo ku jin ji rewşa astangiyê bên derxistin ev êriş ji aliyê dewletan ve tên organîzekirin. Asîmîlasyon û hewesandina jiyana sexte ya modernîst her tim di meriyetê de ye. Li aliyê din, dijmin bi êrîşên piralî hewil dide vê pêşketinê bişikîne, ji hev belav bike û têk bibe. Armanca rêbazên leşkerî, pêkanînên şerê taybet, amûrkirina ol û rêxistinbûnên mîna tarîkatê û hwd. kirine navendên çeteyan û bi vê re hewl didin her cure zext û êrîş li civaka me, dar, ax, xweza û çanda me bikin. Hestiyê zarokan dixin qutîkan û ji dayikan re dişînin da ku berxwedana wan têk bibin. Armanca sereke ya van hemû êrîşan, ji têkoşînê dûr xistin û teslîm girtin e. 

Bi hêza Jin jiyan azadî dijmin têk dibin

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê derbarê rêbazên têkoşînê ya li dijî şerê taybet jî ev nirxandin kirin:’’Çawîşekî pispor çawa dikare li herêmeke Kurdistanê dest dirêjî jinekê bike? Bazirganên tiryakê û hwd. çawa dikarin wiha bi rehetî tevbigerin? Çawa hin mirovên bêesilbûn derfetê dibînin ku ji dijmin re sîxuriyê bikin? Dijmin çawa dikare darên çiyayên me bibire û welatê me veguherîne çolê? Mirov çawa dikare di bin gefa her cure heqaret û qirkirinê de, di bin ferzkirina rojevên dîjîtalê de bijî? Çawa dikarin bi copan li ser rûyê dayikên me yên birûmet û xwedawend bixin? Hestiyên zarokên qehreman çawa dikarin bi rêya posteyê bidin destê dayikan? Çawa mezhebên di bin navê olê de dikarin bi kiryarên çeteyan di nava civakê de destên xwe bihejînin û bimeşin? Mirovên ku nasnameya wan di nava civaka me de winda kirine, çawa dikarin bi dijmin re wisa rehet tevbigerin? Dijmin çawa dikare li dijî welatparêz, gelê me, jin û hevrêya jinan Rêbertiyê me di êşkenceyên ewqas giran re derbas bike, ji kur vê cesaretê digire? Rêber Apo di sala 1996’an de li Şamê piştî hewldana sûîqestê, milîtanên xwe wisa rexne kiribû, “Ev tê wateya ku dijmin we bi tiştekî nahesibîne, ji ber wê rasterast min dike hedef. Halbûkî milîtan hûn in, beriya ku destê min rabe, divê şeqema we li nav rûyê dijmin bikeve.” Di vê wateyê de berpirsyartiyên me yên weke mîlîtan, weke jin û gel hene. Divê mal bi mal, kolan bi kolan xwe bi rêxistin bikin û şêwazên parastinê pêk bînin. Kîjan hêz êrîşî civaka me dike, divê bêbersiv nemîne. Kurdê klasîk, bêçare, ku koletiyê qebûl kiriye û li pişt tiştên winda kiriye şînê digire ji mêj ve miriye. Dijmin hewl dide vê ji nû ve zindî bike. Rêxistineke kontra-gerîla ya kujer a bi navê HUDAPAR’ê li Kurdistanê weke siyasetmedar pêşkêş dike. Barzanî ku dijminê nirxên Kurdan e û dijminê jinan e wekî ku nûnerê Kurdan e tê nîşandan. Sîmsarên olî mîna pêşengên baweriyê binav dike. Hewl dide jinan bi tecawizê, kuştin û hestiyên zarokên wan terbiye bike û ciwanên me bikişîne nav çalê tiryakê û wan bike amûrên ji her cure qirêjî. Divê bersiva me ya li dijî wan ew e ku em destên xwe bilind bikin û şeqemek li nav rûyê wan bidin. Divê jin bi mîsyona xwe ya pêşengtiyê rabe û civakê bixe nava tevgerê. 

Em careke din şehîdên xwe yên di vê dozê de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku em 8’ê Adarê bi ruh, hişmendî û pêşengiya hevrê Sema Yuce pêşwazî dikin. Em hêza ku jê digirin li çiya û deştan bi sirûdên serkeftinê tije bikin, bi mezinkirina çanda azadiyê civaka xwe biparêzin û ji nû ve ava bikin, civakbûn û azadiya xwe bigihînin hev û bi hêza ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ em ê dijmin têk bibin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.