Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ev 33 roj in, çalakiya xwe ya nobetê ya li ber Edliya Rihayê bi daxwaza “Edaletê” dewam dikin. Wan ji her kesî xwest ku ji bo têkoşîna wan deng derxînin.
Hevjîn û du kurê Emîne Şenyaşar di êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê Rihayê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de jiyana xwe ji dest dabûn. Ew bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re ji 9’ê Adarê ve li ber Edliya Rihayê nobeta “Edaletê” digire.
Dayikê û kurê wê, doh jî alakiya li heman cihî dewam kir. Ferît Şenyaşar, li ber edliyê wiha axivî: “Em bi biryar in. Em bang li raya giştî dikin da ku piştgiriyê bide têkoşîna me ya edaletê. Em her roj di navbera saetên 08.00 û 17.00’an de li ber Edliyê Rihayê di nobetê de ne. Em li ber avahiya Edliya Rihayê, li benda her kesî ne ku dixwaze ji bo pistgiriyê seriyekî bide me. Em dixwazin her kes ji bo têkoşîna me dengê xwe derxîne. Me baweriya xwe ya bi edaletê ji dest nedaye.”
MA/RIHA