Nûnerên saziyên Elewiyan çûn serdana Malbata Şenyaşar û diyar kirin ku ew li cem têkoşîna edaletê ya malbatê ne.
Çalakiya nobeta “edaletê” ya Malbata Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê ev 116 roj in didome. Şandeyeke saziyên Elewiyan çû serdana Malbatê. Ji ber hewaya germ serdan li pêş Baroya Rihayê ya li rex avahiya edliyeyê pêk hat. Di şandeyê de Parlameneterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, Cîgirê Serokê Giştî yê Weqfa Çanda Anatolya ya Haci Bektaş-i Velî Nûsret Tûnç, rêveberên Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdalê (PSAKD) û Şaxên Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) ên Semsûrê hebûn. Rêxistina HDP’ê ya Rihayê jî amade bû.
Bulbul got, li ser navê civaka Elewiyan ji bo ku fikrên xwe bînin ziman ew çûne serdana malbatê: “Em hêvî dikin ku demildest ev doz bi edaletê bi encam bibe. Li vir zordarek heye û ev zordar ji aliyê hikumetê ve tê parastin. Edaleteke wisa alîgir nabe. Malbata Şenyaşar, sembola edalet û heqîqetê ye.”
Êşa malbatê parve kirin
Cîgirê Serokê Giştî yê Weqfa Çanda Anatolya ya Haci Bektaş-i Velî Nûsret Tûnç jî got, “Ez li ser navê xwe ji bo ku di vî çaxî de li cihekî wisa me, şerm dikim. Zilm li ku hebe em Elewî li wir in. Êşa malbatê êşa me ye, em êşa wan ji dil hîs dikin.”
Serokê Şaxa PSAKD’ê ya Semsûrê Mahmût Yapici jî wiha axivî: “Em li cem we bûn û em ê her tim li cem we jî bin.” Serokê Şaxa DAD’ê ya Semsûrê Azîz Akdag jî got, “Em weke Elewî, Kurd û mirov li dijî zilmê sekinîn, em ê ji niha û pê ve jî li ber rabin. Heta ku edalet pêk were em ê li cem dayika dilşewat bin.”
Ferît Şenyaşar jî got: “Ev piştevanî ji bo me girîng e. Dema têkoşîna me ya edaletê dest pê kir zivistan bû lê niha havîn e. Li Rihayê germeke zêde heye û dayikeke ku du kurên wê û hevjînê wê li pêş çavên wê hatin qetilkirin, tenê edaletê dixwaze. Têkoşîna me ya îro di roja 115’emîn de ye (îro 116). Li nexweşxaneyê komkujî hat kirin, ev zilm dewam dike. Em ê vê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomîn. Em dixwazin piştevanî jî bidome.”
MA/RIHA