Emîne Şenyaşar a ku hevserê wê û du kurên wê di êrişa AKP'iyan de hatin qetilkirin, di dema rûniştina doza li dijî kurê wê Fadil de yê di êrişê de birîndarbûyî jî, çalakiya xwe ya 'nobeta ji bo edaletê' dewam kir.

Hevserê û du kurên Emîne Şenyarê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi destê wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz hatin qetilkirin. Ew tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrişê bi birîndarî rizgar bû, li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza "edaletê" çalakiya nobetê dike. Doh di roja 25'an de jî tevî ku doza li dijî kurê wê yê girtî Fadil li meletiyê dewam kir jî, Emîne Şenyaşarê çalakiya xwe ya li ber edliyeya Rihayê, dewam kir.

Ferît Şenyaşar ji bo tevlî rûniştina 7'an a doza li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Meletiyê bibe, çû Meletiyê û nobed dewrî birayê xwe Mehmet Şenyaşar kir ku ew jî di heman êrişê de birîndar bûbû. Di dema destpêkirina rûniştina dozê de dayik Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe Mehmet Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya nobetê kir. Emîne Şenyaşar diyar kir ku ew li bendê ne biryar di rûniştinê de bê dayin.

Rojnamevan nehewandin

Herçî rûnistina 7'an a doza li dijî Fadil Şenyaşar e, bi hinceta pandemiyê polêsan nehişt rojnamevan rûniştinên bişopînin. 

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Surucu, Kemal Bulbul, Dersim Dag û Hasan Ozguneş rûniştina dozê şopnadin. 

Fadil Şenyaşar ê bav û du birayên wî di êrişê de hatin qetilkirin, û bi xwe jî birîndar filitî, ji Herpsa Xerpêtê û Enver Yildiz jî ji Hepsa Osmaniyê bi SEGBÎS’ê beşdarî rûnitinê bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN