Şensê derengxistinê nemaye
Şemî 5 Tîrmeh 2025 - 03:35
Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk ku di 11'ê Gulanê de li Amedê bi daxuyaniyekê damezrandina xwe ragihand, bênavber xebatên xwe didomîne. Armanca sereke ya înîsiyatîfê ku partîyên sîyasî yên Kurdistanî, rêxistinên civaka sivîl, rûspî, nûnerên bawerî û sazîyên demokratîk û rayedarên hilbijartî dihewîne, ew e ku bi çareserîyeke adil, wekhev û demokratîk a pirsgirêka Kurd, beşdarî demokratîkbûna Tirkiyeyê bibe. Xebateke din a sereke ya înîsiyatîfê lezandina hewldanên yekitîyê di navbera Kurdan de ye. Mehmet Alî Aydin ku di sekreteriya înîsiyatîfê de ye, destnîşan kir ku "konferansa neteweyî" ji bo demokrasî û yekitiya di navbera Kurdan de pir girîng e. Aydin bal kişand ser wê rastiyê ku pêşketinên li Rojhilata Navînê ev rewş pêwîst kiriye û got:"Berjewendî û hêviyên siyasî yên berteng, herêmî, malbatî û têkiliyên bi dewletên serwer re her gav ji bo vê (yekitiyê) asteng bûne. Ruhê yekitiya neteweyî bi konferanseke neteweyî ve bi ruh û can nebû. Lê belê, pêşketinên li Rojhilata Navînê nîşan dan ku ev êdî pêdiviyek divê neyê paşxistin."
Daxwaza me ya hevdîtinê heye
Aydin diyar kir ku dê di çarçoveya yekitiya neteweyî de daxwaza hevdîtina bi Rêber APO re were kirin û got:"Em nirxeke mezin didin Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê. Girîngiya birêz Ocalan jî li ser vê bingehê ye. Em dibînin ku ew girîngiyê dide vê yekê û wê dide pêşiyê. Heta pêşniyazek heye ku birêz Mesûd Barzanî serokatiya konferansa neteweyî bike. Em bawer dikin ku PDK, YNK û partiyên din ên siyasî yên Kurd wê beşdarî konferansê bibin ku êdî nayê paşxistin. Em difikirin ku divê hemî beşên Kurdistanê bê guman bi awayekî erênî bersivê bidin vê banga birêz Ocalan." Aydin diyar kir ku ew bi hemû partiyên Kurdistanê re di diyalogê de ne û got ku 5 partî pêkhateyên înîsiyatîfê ne û 3 partiyên din ên siyasî jî înîsiyatîfê dişopînin. Aydin diyar kir ku ew ê bi 3 partiyan re hevdîtinên xwe bidomînin. Aydin destnîşan kir ku divê hemû partî û beş di înîsiyatîfê de cih bigirin û got ku ew di vî warî de xebatên xwe didomînin.
Êdî nabe ku bê derengxistin
Aydin bal kişand ser wê yekê ku astengiya herî mezin a li pêşiya yekitiya neteweyî fikarên malbatî û takekesî yên hin partî û rêxistinan in û got:"Geşedanên li Rojhilata Navînê, nakokiya Îsraîl-Îranê, polîtîkayên DYA'yên yên li ser herêmê û polîtîkayên Çîn-Rûsyayê yên li ser Rojhilata Navînê gihîştine astekê. Di vî warî de, êdî şensê Kurdan tune ku ji yekitiya neteweyî dûr bisekinin, dereng bixin an jî paş bixin. Em nêzîkatiya birêz Ocalan jî wekî zemîneke hêsankirinê dibînin. Divê rêberên siyasî û partiyên siyasî nakokiyên xwe yên berê bidin aliyekî û gavên yekitî û lidarxistina konferanseke neteweyî ya der barê pêşeroja gelan de biavêjin. Konjektura Rojhilata Navîn û Kurdistanê ji bo vê yekê pir guncav e." Aydin destnîşan kir ku "Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê" jî bingeha konferansa neteweyî peyda kiriye û got:"Em hêvîdar in, em bawer dikin ku ev yek wê di demeke nêzîk de çêbibe. Di vê çarçoveyê de, berpirsiyariyên me hemûyan hene."
MA/MUJDAT CAN